Li Girkêlêgê ji bo Efrînê konê piştgiriyê hat vedan

  • 16:22 17 Sibat 2018
  • Rojane
GIRKÊLEGÊ - Heyva Sor a Kurd ji bo Efrînê li Girkelêgê konê piştgiriyê veda.
 
Êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê bê navber didome. Li dijî êrîşên li ser Efrînê li Efrînê berxwedanek mezin tê dayin. Her wiha li seranserên cîhanê çalakî û piştgiriyên ji bo Efrînê didome. Heyva Sor a Kurd jî ji bo Efrînê li Girkelêgê konê piştgiriyê veda.
 
Derbarê êrîşên li ser Efrînê endama Heyva Sor a Kurd Nûha Murad wiha axivî:"Li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê me jî heta a niha serî hildan û me xwest wekî berdewamiya vê serîhildanê em li Girkêlegê ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê konê piştgiriyê vedin. Em bang tevahî gelê xwe dikin ku alîkariya Efrînê bikin, çi alîkariya aborî be çi wekî din be da ku em bi hev re bi ser bikevin. Wê serkeftin a gelê Efrînê be."
 
Çalakiya konê piştgiriyê didome.