Xizmên windayan faîlên ku li Nisêbînê 7 kes qetil kirin pirsîn

  • 16:17 17 Sibat 2018
  • Rojane
AMED - Li Amedê, Xizmên Windayan di hefteya 471’emîn de xwestin kujerên Bedriye Gumuş a bi 6 gundiyan re berî 26 salan li Nisêbînê di encama gule raşandina leşkeran de jiyana xwe ji dest da, bên darizandin. 
 
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 471’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li dar xistin. Çalakî li avahiya ÎHD’ê pêk hat. Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de, pirsa kujerên Bedriye Gumuş a bi 6 gundiyan re di 17’ê Sibata 1992’an de di encama gule reşandina leşkeran de jiyan xwe ji dest da, hat kirin. 
 
'Ji ber ku cerdevantî nexwestin hatin girtin'
 
Nûnerê ÎHD’ê Abdusselam Înceoren, çîroka Bedriye Gumuş a di bûyerê de birîndar bû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da vegot. Abdusselam, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Bedriye Gumuş bi malbata xwe re li gundê Kuşkaya dijiya. Dayika du zarokan bû. Li gorî agahiyên malbata wê dayîn, leşkeran tim ser gundê wan de digirt û êrîşî wan dikirin. Leşkeran tim gefa cerdevantiyê li wan dixwar. Ji ber zext û gefên hêzên dewletê, welatiyên gund xwestin vê yekê şermezar bikin. Gundî di 17’ê Sibata 1992’an de xwestin ji gundê xwe Kuşkaya heya gundê Yardere bimeşin. Gundiyên dest bi meşê kirin, piştî mesafeyek kurt leşkaran xwest wan asteng bikin. Leşkerên ku gundî rawestandin, ji wan re gotin ger hûn meşa xwe bidawî nekin dê mudaxileyê meşa wan bikin. Gundiyan di meşa xwe de israr kirin. Li ser vê yekê leşkeran gule bera gundiyan dan. Di encama gule barandinê de Abdusselam Acet, Seyfettîn Kopçak, Alî Olmez, Abdulselam Ozbey, A. Hakîm Gollan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan û Bedriye Gumuş jî birîndar bû. Gumuş a rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Leşkeran ji gundiyan xwestin ku bêjin 'terorîstan' ev bûyer pêk aniye.” 
 
Abdusselam, da zanîn ku xizmên Bedriye serî li ÎHD’ê dane û wiha bi dawî kir: “Ligel 26 sal bi ser bûyerê re derbas bûn jî, hîna lêpirsîn derbarê bûyerê de nehatiye kirin. Em dixwazin kujer bên darizandin.”
 
Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna  Gumuş 5 deqe çalakiya rûniştî pêk anîn.