Di êrîşên li ser Efrînê de fabrîqaya zeytûnan hedef hat girtin

  • 15:22 17 Sibat 2018
  • Rojane
EFRÎN - Erîşên TSK û OSO'yê berdewam dike. Hat hînbûn ku li Cindirisê fabrîqaya zeytûnan hedef hatiye girtin. 
 
Hat ragihandin ku di encama êrîşên TSK û OSO'yê de li Cindirisê fabrîqaya zeytûnan hedef hatiye girtin. Fabrîqaya zeytûnan bi topên hewanê hedef hat girtin. Di encama êrîşan de li fabrîqayê zirarên mezin ên madî derketin holê.
 
Her wiha hat ragihandin ku di encama topebaranan de baxçe û rezan jî hatine texrîpkirin.
 
Berhemên wekî zeytûn û rez ji bo Efrîniyan jêderkên debarê yên girîng in. Li gor texmînan li derdora Efrînê 15 milyon darên zeytûna hene. Hewa herêmê ji bo hilberîna zeytûnan guncan e. Efrînî her tiştên têkildarî zeytûnan bi rêya kooperatîfan çê dikin. Wekî zeytûn, yaxa zeytûnan, sabûn, çay bi rêya kooperatîfan çê dikin.