Dayikên Şemiyê: Ji bo hemû wendayên xwe em edaletê dixwazin
- 15:11 17 Sibat 2018
- Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 673’an a çalakiya "Faîl diyar in, winda li ku ne" de ji bo Ridvan Karakoç edalet xwestin. Birayê Ridvan, Hasan Karakoç, got “100 sal, hezar sal derbas bibin jî ew vê dozê bernadin. Destên neviyan û dayikan dê di qirika wan de bin."
Dayikên Şemiyê bi daxwaza edaletê û aqûbeta windayan bipirsin, di hefteya 673’an de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam kirin. Xizmên windayan û Dayikên Şemiyê di çalakiyê de li qadê pankarta “Faîl diyar in, winda li ku ne?" vekirin. Li ser pankartê jî qurnefilên sor û laçika spî danîn ser wêneyan. Dayik û xizmên windayan di vê hefteyê de çîroka Ridvan Karakaç ê di 20'ê Sibata 1995’an de li Stenbolê hat binçavkirin û di bin çavan de hat windakirin pirsîn. Di çalakiyê de diyar kirin ku dê têkoşîna Dayika Ridvan Karakoç Asiye Karakoç a di 7'ê Kanûna 2016’an de jiyana xwe ji dest dan berdewam bikin.
'Em ê têkoşîna Asiyeyê berdewam bikin'
Ewil Birayê Hasan Ocak Huseyin Ocak axivî û wiha got: "Ridvan Karakoç 23 sal in di jiyana me de cihekî xwedî taybet digire. 23 sal in em li edaletê digerin. Dayika Ridvan Asiye Karakoç 23 salan ji bo kurê xwe li edaletê geriya. Em dê têkoşîna wê berdewam bikin."
'Kesên vî welatî bi rê ve dibe ker û lal in'
Birayê Ridvan Karakoç, Hasan Karakoç jî diyar kir ku 23 sal in li Qada Galatasarayê ji bo edaletê têdikoşin û wiha got: "Kesên vî welatî bi rêve dibin ker û lal in. 23 sal in dosya di refên bi toz ên edliyê de rawestiya ye. Heta niha ji bo ronîkirinê tu gav nehatiye avêtin. Ger ku Tirkiye dewleta hiqûqê be divê van dosyayan ronî bike û edalet cihê xwe bibîne. Faîl diyar e. Faîl dewlet e. Ne 100 sal hezar sal derbas bibe jî em vê dozê bernadin. Destên dayik û nevîyan dê di qirika we de be û dê her dem hesap ji we bipirse."
Li ser navê Mirovên Şemiyê Gonul Sonbahar vê hefteyê daxuyanî da û çîroka Ridvan Karakoç xwend. Gonulê, wiha got: "Em dixwazin kesên sûcê mirovahiye kirine bên dîtin, darizandin û cezakirin. Em dixwazin hemû berpirsiyar bên darizandin. Failên windayan hêj nehatine cezakirin û bê ceza digerin. Li welatê ku hiqûq, edalet û demokrasî lê tunebe ewlehiya tu welatîyî tuneye. Ridvan Karakoç 23 sal berê di bin çavan de hat windakirin. Dayika Ridvan Asiye Karakoç ji bo edaletê têkoşiya. Em dê têkoşîna wê berdewam bikin. Ridvan Karakoç ê 34 salî li Stenbolê di nava xebatên çand û hunerê ya kurdan de cih digirt. Li gorî îfadeya kesekî di sala 1994'an de di bin çavan de da, Ridvan Karakoç polîsan mala Ridvan dorpêç kir. Polîsan bi ser malê de girt û endamên malê darp kirin. Piştî Ridvan Karakoç binçav kirin, 110 roj şûnde cenazeyê wî hat dîtin. Malbata Karakoç ji bo dîtina kurê xwe serî li her derê dan. Malbat piştî 110 rojan serî li her derê dan, di 3'ê Hezîrana 1995'an de rastî cenazeyê Ridvan hatin. Ridvan Karakoç bi îşkenceyê hatibû kuştin. Tevî malbatê cenazeyê Ridvan nas kirin jî wekî kesê nediyar li Goristana Bêkesan a Altinşehir hat definkirin."
'Em dev ji xwestina edaletê bernadin'
Gulbaharê, heri dawî anî ziman ku hemû lêgerîna malbatê ya ji bo edalet û hiqûqê bê encam maye û wiha bi dawî kir: "Em dê ji bo Ridvan Karakoç daxwaza edaletê heta dawî berdewam bikin. Em dev ji xwestina edaletê bernadin."








