Perwerdeya jinan a ji bo zimanê dayikê bi dawî bû

  • 14:49 17 Sibat 2018
  • Rojane
QAMIŞLO - Weqfa  Jina Azad bi Saziya zimanê Kurdî re perwerdeya Zimanê Kurdî ji bo 25 jinan bi belavkirina bawernameya bi dawî kirin.
 
Weqfa Jina Azad a Rojava û Saziya Zimanê Kurdî ji bo 25 jinên ji bajarê Qamişloyê ku temenê wan di navbera 14 û 50 salî de ye, perwerdeya zimanê kurdî dest pê kiribûn. Di perwerdeya ku meh û nîvekê dewam kir de, ji bo asta yekemîn 12 kes, ji bo asta duyem 13 kes hatin perwedekirin. 
 
Ji bo belavkirina bawernameyan şagirt û mamosteyên ziman li navenda Weqfa Jina Azad kom bûn. Piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê Weqfa Jina Azad Hena Elî û Mamosteyên Ziman Benar Elî û Ahîn Ehmed axivîn. Di axaftinan de balkişandin ser girîngiya perwerdeyê û zimanê dayikê. Her wiha ji bo şagirtan serkeftin û hêviya berdewamiya xebatan hat xwestin.
 
Di dawiyê de mamosteyan ji bo şagirtên ku ev du meh û nîv perwerdeyê didîtin bawername belav kirin.