'Li Qamişloyê ji bo Efrînê konê piştgiriyê hat vedan'

  • 14:38 17 Sibat 2018
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi pêşengtiya Meclîsa Eyaleta Bajarê Qamişloyê Konê çalakiyan ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê hat vedan.
 
Ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê û alîkariya madî û manewî Meclîsa Eyaleta Bajarê Qamişloyê bi alîkariya saziya Mafên Mirovan, Odeya Tîcara û Sîna, Meclîsa Tenduristiyê, Heyva Sor a Kurdî konê çalakiyan li pêş Çand û Hûnera Taxa Xerbî ya girêdayî Bajarê Qamişloyê hat vedan. Konê çalakiyê bi dirûşma "Ji bo Efrînê bê deng nemîne" hat vedan. Konê çalakiyan wê heta7 rojan berdewam bike. 
 
Di çalakiya kon de derbarê êrîşên li ser Efrînê daxuyanî hat dayin. Daxuyanî ji aliyê endama Rêveberiya Saziya Mafên Mirova Gulîstan Elî ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de bang li saziyên mafên mirovan ên navneteweyî hat kirin da ku li dijî êrîşên li ser Efrînê bêdeng nemînin û erka xwe ya mirovatiyê bi cih bînin. 
 
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku armanca polîtîqaya êrîşên li ser Efrînê ew e ku destkeftiyên Gelê Kurd tune û asteng bikin û her wiha guhertinek demografîk pêk bîniye. 
 
Her wiha di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Yên ku êrîşî Efrînê dikin dixwazin ku Federalîzma Demokratîk têk bibin. Lê Gelê Kurd dê tu caran teslîm nebe û heta dawiyê dê têbikoşe. Divê saziyên mafên mirovan ên navneteyî jî dengê gelê Efrînê bibihîzin û erka xwe ya mirovatiyê bînin cih."
 
Daxuyanî bi dirûşma"Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.