Li Til Temirê ji bo Efrînê Konê Piştgiriyê hat vedan
- 14:21 17 Sibat 2018
- Rojane
TIL TEMIR - Li Til Temirê ji bo Efrînê Konê Piştgiriyê hat vedan.
Berxwedana Efrînê ket roja xwe ya 29'an. Dewleta Tirk bi teknîka herî pêşketî êrîşî Efrînê dike. Bi vê armancê çalakiyên ji bo piştgiriya Efrînê li seranserî cîhanê didomin. Li bajarê Til Temirê Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê jî bi dirûşma "Wê Efrîn bibe goristana faîşzmê" konê piştgiriya Berxwedana Serdemê hat vedan. Kon bi alên YPG/YPJ'ê û wêneyên jinên têkoşer Avesta Xabûr û Barîn Kobanê hat xemilandin.
Wê konê çalakiya piştgiriyê deh rojan bidome. Kesên ku dixwaze tevlî berxwedana Efrînê jî bibe navên xwe li wir qeyd dikin. Wê di bin kon de axaftinên sazî û navendên leşkerî jî werin dayîn.
Têkildarî mijarê Eyhan Yûnis axivî û wiha got: "Heta ku şervanên Berxwedana Serdemê li ber xwe bidin em ê her di nava çalakiyan de bin û li ser piyan bin. Em ê piştgiriya gelê xwe yê Efrînê bi her awayî bikin. Kes nikare vîn û îradeya gelê Kurd û berxwedana gelê Kurd bişkîne. Em ji tank û topên Erdogan natirsin. Em jiyana koletiyê qet qebûl nakin, heta ku Kurdek bimîne jî em ê êrîşên Erdogan vala derxe."
Çalakiya kon dewam dike.








