Li Efrînê îdiaya bikaranîna gaza jehrî
- 11:10 17 Sibat 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ajansa Nûçeyan a Fermî a Sûriyeyê SANA di çarçoveya êrîşên li ser Efrînê de anî ziman ku Tirkiyeyê gaza jehrî bi kar aniye. Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) jî agahiyên nasnameyên 6 kesên ku li nexweşxaneyê tên tedawîkirin parve kir.
Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Sûriyeyê SANA, ragihand ku 6 sîvîl ji ber gaza jehrî li nexweşxaneyê tên tedawîkirin. Li gor daxuyaniya nexweşxaneyê ji nexweşan 2 kes rewşa wan xerab e.
Serbijîşkê Nexweşxaneya Avrînê ya Efrînê Ciwan Mihemed anî ziman ku 6 sîvîlên ku li nexweşxaneyê tên tedawîkirin giliyên wan ên wekî bêhnçikandinê, kuxukê û di laşên wan de şewitandin derketiye holê. Dr. Ciwan anî ziman ku ev gilîna bikaranîna gaza jehrî şanî me dide.
ANHA'yê agahiyên nasnameyên 6 kesan parve kir
Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) anî ziman ku TSK'yê li gundê Erendê yê Şiyeyê gaza jehrî bi kar aniye. ANHA'yê agahiyên nasnameyan û wêneyên sîvîlên ku birîndar bûne parve kir. Birîndarên ku li nexweşxaneyê tên tedawîkirin navên wan wiha ne: Mihemed Relid Heson (33), Ehmed Mihemed Heso (38), Mihemed Heqi (47), Wedah Mustefa Xelil (35), Ednan Osman Şaliko (35), Abdulrehman Mihemed (29).
Ji nûnerên Nexweşxaneya Avrînê ya Efrînê Dr. Xelîl Sebrî ji ANHA'yê re axivî û wiha got:"Birîndar di bin bandora gaza kimyasalê de mane û nikarin bêhnê bistînin. Canê wan dixure û sor dibe. Piştî lêkolînê em ê diyar bikin ku di êrîşan de çi hatiye bikaranîn. "
Direktorê Çavdêrxaneya Mafên Mirovan a Sûriyeyê Ramî Abdel Rahman ji AFP'ê re axivî û got:"Di encama operasyonên TSK û OSO'yê de li bajarokê Şeyh Hadid 6 kes ji ber giliya bêhnçikandinê, rakirine nexweşxaneyê."








