Li Bûrsayê mirina jinekê ya bi guman

  • 10:20 17 Sibat 2018
  • Rojane
BÛRSA - Li Gokderaya Bûrsayê cenazeyekî ku aîdî Nûray Vatansever e hat dîtin.
 
Li Gokdereya Bûrsayê cenazeyê jinekê hat dîtin. Bi xeberdayina welatiyên derdorê ekîba îtfaiyeyê û tenduristiyê hatin cihê bûyerê û cenaze ji avê derxistin û birin Saziya Tipa Edlî ya Bûrsayê. Li gor lêkolîna ku hat kirin diyar bû ku cenazeyê hatiye dîtin aîdî Nûray Vatansever e. Nûrayê li Odeya Sanayiyê û Bazirganiyê ya Bûrsayê dixebitî.
 
Di otopsiyê de li ser cenazeyê Nûrayê rastî derbekê, şopa alavên tûj nehat. Cenazeyê Nûrayê pişstre radestî malbata wê hat kirin.