‘Peyama esas a girtin û binçavkirinan jin in’

  • 10:10 17 Sibat 2018
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Di pêvajoya dawî de di operasyonên li dijî HDP, HDK û DBP’ê de jin hedef tên girtin. Berdevka  Meclîsa Jinan a DBP’ê Sevîm Adsoy diyar kir ku  zext, binçavkirin û girtin ji bo pêşî li jinan bê girtin pêk tên û bi vê riyê dixwazin jinan hepsî malê bikin.
 
Di demên dawî de di operasyonên qirkirinê yên siyasî de ên ku piranî hatine binçavkiri jin in. Piştî hevseroka KCD’ê Leyla Guven hat girtin şûnde hevserokê giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan jî hat girtin û piştre operasyona binçavkirinan  pêk hat. Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan,  Hevseroka Giştî ya Berê a HDP’ê Serpîl Kemalbay, Cîgira Hevseroka Giştî ya DBP’ê Hacer Ozdemîr û gelek kesên din hatin binçavkirin.  Endama Dîwana KCD’ê Salîha Aydenîz diyar kir ku di demên dawî de operasyonên siyasî zêde bûne.
 
‘Dixwazin em dest ji têkoşînê berdin’
 
Salîhayê bi lêv kir ku bi van operasyonan dixwazin peyama dest ji têkoşînê berdin bidin û wiha got: “Beriya kongreya HDP’ê Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan,  Hevseroka Giştî ya Berê ya HDP’ê Serpîl Kemalbay, Cîgira Hevseroka Giştî ya DBP’ê Hacer Ozdemîr û gelek kesên din hatin binçavkirin.  Ev tê wateya ku dest ji çanda xwe, ziman û axa xwe berdin e.”
 
‘Em dest ji têkoşînê bernadin’
 
Salîhayê di berdewamiya axaftina xwe de operasyonên qirkirina siyasî yên KCK’ê ya di 2009’an de bibîr xist û ev tişt anî ziman: “Gelê wê demê berxwedan îro jî heman awayî berxwe didin. Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê şûnde bi OHAL ya hat îlankirin hikûmetê darbeya xwe berdewam kir. Ji ber em ê bi israr têkoşîna xwe ya ji bo aştî û demokrasiyê bidomînin. Di kongreya HDP’ê de gel peyama em ê xwedî li têkoşîna xwe derkevin daye.”
 
‘Em şûnde gavê navêjin’
 
Berdevka Meclîsa Jinan a DBP’ê Sevîm Adsoy jî anî ziman ku girtin û binçavkirin li dijî jinê ne û got armanca pergala serdest a mêr ev e ku jinan hepsî malê bikin û got: “Bi binçavkirin, zext û girtinan dixwazin jinan hepsî malê bikin, dixwazin tenê li zarokan binêrin, paqijiyê bikin û xizmetê ji mêr re bikin. Lê bila her kes vê bizane em tevgereke jinan a şûnde gavê davêjin nînin. Em di siyaseta demokratîk de hene. Soza me heye, em ji bo bide jiyîn hene. Tevî hemû astengiyan em ê peywira xwe bidomînin.”