YCR'ê derbarê komploya navneteweyî de civîn li dar xist

  • 15:41 16 Sibat 2018
  • Rojane
 
 
KOBANÊ - Yekîtiya Ciwanên Rojava ya Kantona Kobanê derbarê salvegera  Komploya 15’ê Sibatê de civînek li dar xist.
 
Bi pişengitiya Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) ya Kantona Kobanê li ser girîngiya komploya navneteweyî ji ciwan û Gelê Kobanê re civînek li dar xist. Civîn li  navenda Çand û hunera Baqî Xido ya Kantona Kobanê  hat lidarxistin.
 
Civîn bi deqeyek rêzgirtin a ji bo berxwedêrên azadiyê hat destpêkirin. Piştre derbarê komployê de sînevizyon hat temaşekirin. 
 
Endama Rêveberî ya Jinên Ciwan ên Bakûrê Sûriyeyê Mizgîn Welat axivî. Mizgînê di destpêkê de komploya navneteweyî şermezar kir û got: “Gelê ku li derdora Rêberê Gelan Abdullah Ocalan kom bûne, biryar dane ku vê berxwedanê heta dawiyê bişopînin. Bi biryara jinên ciwan bi biryara gelê me em ê li dijî hemû dagirkeran li berxwe bidin û em ê bi ser bikevin serketin a me ye.”
 
Ji aliyê Rêveberî ya Giştî ya Ciwanên Bakûrê Sûriyeyê Harun Apoyî ve axaftin hat kirin. 
 
Civîn bi dirûşmên “Ji bo Azadiya Serok Serî Hilde”, ”Bê Serok Jiyan nabe”, ”Bijî berxwedana Efrînê” bi dawî bû.