Dema binçavkirina Ayşe Gokkan careke din hat dirêjkirin

  • 13:55 16 Sibat 2018
  • Rojane
 
 
 
 
MÊRDÎN - Dema binçavkirina aktivista TJA'yê Ayşe Gokkan ku ev 11 roj in di bin çavan de ye, heta roja Duşemê hat dirêjkirin. 
 
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokan 5'ê Sibatê li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi hinceta "îxbar heye" hatibû binçavkirin û biribûn Muduriyeta Emniyeta Bajarê Mêrdînê. Parêzeran ragihandin ku dema binçavkirina Ayşe Gokkan hatiye dirêjkirin û dê roja Duşemê dest bi karê îfadeyê bê kirin.