Pirsgirêkên tenduristiyê yê Ayşe Gokkan zêde dibe

  • 11:09 16 Sibat 2018
  • Rojane
 
 
MÊRDÎN - Hat hînbûn ku pirsgirêkên tenduristiyê yê Aktivîsta TJA'yê Ayşe Gokkan ku li şaxê TEM a Mêrdînê di bin çavan de ye, zêde dibe. 
 
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan 5'ê Sibatê li navçeya Nisêbîna Mêrdînê hat binçavkirin. Ayşe bêyî ku hincetekê nîşan bidin ev 11 roj in ku li şaxa TEM a Mêrdînê di bin çavan de ye. Parêzerên Ayşeyê çend roj berê li dijî îşkenceya di bin çavan de serîlêdana sûc kiribûn. Hinceta binçavkirinê ne diyar e. Ayşe piştî ku hat binçavkirin bi îşkenceya lêgerîna tazî û kelepçeya berovajî rû bi rû ma û dema binçavkirina wê du caran hat dirêjkirin. 
 
Berçavka wê nadên!
 
Li nezarethaneya TEM a Mêrdînê Ayşeyê pirsgirêkên wekî lihevketina made, cemidandinê dijî. Her wiha ji ber bêhna giran a nezaretê jî bêhan wê diçike. Parêzaran ragihandin ku berçavka Ayşeyê nadên û ew bi ava fêkiyan û mastên ku ji derve tê pêdiviya xwe ya jiyanî dike.