Abdullah Ocalan cara yekem gav avêt vî gundê Kobanê û derbasî Rojava bû!

  • 10:03 16 Sibat 2018
  • Rojane
 
 
Devrîm Amed-Ruhenda Amed 
 
KOBANÊ - Alpenûr gundê Kobanê yê yekemîn e ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çûyê û hîna jî şopa têkiliyên civakî yê ava kiriye, serdest e. Alpenûriyan diyar kirin ku yek ji pêşengên PKK’ê Kemal Pîr jî li gundê wan maye û gotin: "Di navbera Apociyan de cudahî tunebû. Her kesî xwarin çê dikir, bi hev re dixwarin. Rêbertî jî wek hevalên din tevdigeriya. Heta pirtir dixebitî. Vegotina wan pir zehmet e. Em hewl didin ku di rêya wan de wekî wan bisekinin." 
 
Gundê Alpenûr 5 kîlometreyî ji Kobanê dûr e. Alpenûr gundê Kobanê yê yekemîn e ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çûyê û hîna jî şopa têkiliyên civakî yê ava kiriye, serdest e. Di nav de Kemal Pîr jî heye gelek kadroyên PKK’ê li Alpenûr mane û nîqaş û xebatên îdeolojîk meşandine. Abdullah Ocalan yê sê mehan li gund maye, yekem car di 1979’an de bi hevalê xwe Abdullah Kadir ê li Stenbolê Beşa Eczaciyê dixwend re çû gund. 
 
Azad Kadir yê li gund dijî diyar kir ku Abdullah Ocalan, Kemal Pîr û gelek kadroyên din ên pêşeng hatine gundê wan û got: “Ez wê demê 6 salî bûm. Apê min Abdullah li Stenbolê beşa eczayê dixwend. Li wir Kemal Pîr nas dike. Apê min jî li gel xizan û karkeran bû. Mafê wan diparast. Ew jî wek PKK’iyan difikirî. Ji pergala axatiyê hez nedikir. Wê demê apê min bi navê Dêrsîmê dermanxaneyek vekiribû. Her kesî digot çima te bi navê xwe venekiriye. Lê wî dizanî li Dêrsîmê komkujiyek çêbûye û ji ber vê ev nav tercih kir.” 
 
‘Roja çûn ez giriyam’ 
 
Azad dema ku nû PKK’î dîtin jî wiha got: “Dema koma nû hat cem me ez 6 salî bûm. Her tim bi min re dilîstin. Em li gel hewzê rûdiniştin û me lingê xwe dikir avê. Bi min re eleqeder dibûn. Me wê demê nizanî Apocî kî ne, çi ne. Roja ji mala me çûn ez giriyam.” 
 
Wêrek û fedekar bû’ 
 
Şemsê Îbrahîm ku Abdullah Ocalan û hevalên wî kir mêvan jî destnîşan dike ku dema nû hatine ew zêde nas nedikirin. Şemsê di berdewamiyê de wiha got: “Ji ber mafê Kurdan parastin, me ew kirin mêvan, me xwarina xwe bi wan re parve kir. Ev têkoşîn bi derfetên kêm hat van rojan. Rêber Apo û hevalên xwe her tim diaxivîn, nîqaş dikirin û têkili dadianîn û rêxistin dikirin. Ew roj hîna tên bîra min. Em çiqas bixebitin jî em nikarin beramberê keda wan bidin.” 
 
Ji karê malê bigire heta karên ser zeviyan alîkarî didan’ 
 
Şemsê bi lêv kir ku wê ji Abdullah Ocalan û hemû hevalên wî wek zarokên xwe hez dikir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez wek dayika xwe didîtim. Di karê malê de karê ser zeviyan de alîkarî didan min. Rêzdar bûn, kedkar bûn. Wê demê kurê min ê dergûşê Alî hebû. Dema ez tunebûma li wî mêze dikirin. Bi her tiştî wî re eleqeder dibûn.” 
 
‘Rêbertî ji her kesî zêdetir dixebitî’ 
 
Abdullkadîr Nehsat jî ku şahidiya wan rojan kir, wî jî Abdullah Ocalan û hevalên wî kiriye mêvan. Abdullkadîr tiştên ku şahidiya wan kir wiha vegot: “Wê demê ji bo doza Kurd mijûl bûn pir zehmet bû. Komek hatin mala me. Em bi şev dihatin cem hev û me civîn dikir. Birayê min Rêbertî ji sînor derbas kir û anî mala me. Vegotina wan gelek zehmet e. Ez tenê hewl didim hêjayî wan bim. Rêbertî jî wek hevalên xwe dixebitî. Heta ji hevalên xwe pirtir dixebitî. Vegotina wan gelek zehmet e.”