Leyla Xalid: Divê em destê hev bigirin û berdewam bikin
- 09:24 16 Sibat 2018
- Rojane
Habîbe Eren- Duygu Erol
ENQERE - Leyla Xalid ku yek ji sembola Têkoşîna Rizgariya Fîlîstinê ye got: “Peyama ez dixwazim bidim;Divê jinên tirk, kurd, êzidî û tirkmen, çi dibe bila bibe hemû jin bibin yek. Ger em welatekî demokratîk, civakek demokratîk bixwazin, rola jinê girîng e. Divê jin bibin yek. Ji ber vê divê destê hev bigirin û li ber xwe bidin.”
Endama Eniya Rizgariya Gelê Fîlîstanê (FHKC) û yek ji jinên pêşeng a Têkoşîna Rizgariya Fîlîstanê, Leyla Xalid ji bo tevlî 3’emîn Kongreya Asayî ya HDP’ê bibe hat Enqereyê û der barê zextên hikûmeta AKP’ê û polîtîkayên zext û şer de nirxandin kir. ‘Gelê Fîlîstînê ji ber polîtîkaya zindanan a Israîlê zilm dît’ Leylayê girtiyên şoreşger yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê slav kir û balkişand ser rewaşa agirtiyên siyasî. Leylayê daxuyakirin ku gelê Fîlîstanê jî ji ber polîtîkaya zindanê ya dewleta Israîlê pir zilm dîtiye û wiha got: “Ez wan fêm dikim.Girtin bandorek neyînî li ser her kesî dikin. Ji ber vê em li dijî girtîgehane.Ji ber vê em li dijî girtinên siyasî ne.” Leylayê destnîşan kir ku bi taybet li welatên Rojhilata Navîn jin di bin zextan de dijîn û got li Fîlîstanê jî dagiririna Israîlê berdewam dike û li Sûriyeyê jî jin di bin zextan de ne.
‘Berxwedana jinên kurd bandor li hemû jinên cîhanê kir’
Leylayê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn berxwedana jinên kurd yên li Sûriyeyê li dijî êrîşan berxwe dide, bandor li ser hemû jinên cîhanê kiriye û ev tişt anî ziman: “Jinên Kurd yekem car li Sûriyeyê çek hilnegirtine. Beriya vê çek hilgirtine. Ji bo gelê xwe û azadiya xwe çekan digirin. Divê em li dijî zextan têbikoşin.”
‘YPJ’ê li dijî DAIŞ’ê têkoşînek serkeftî da’
Leylayê balkişand ser têkoşîna YPJ’ê û wiha daxuyand: “Ev jinên YPJ’ê ji xwe parçeyek ji gelin. Yanî ev jin parçeyê gelê Kurdin. Van jinan bi çekên xwe hem xwe hem zarokên xwe hem malbatên xwe parastin. Li dijî DAIŞ’ê têkoşînek serkeftî da.”
‘Em li dijî dagirkirinê ne’
Leylayê der barê êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Efrînê jî axivî û wiha pê de çû: “Ez bi dengekî bilind dibêjim li dijî vê dagirkirinê me. Mafê tu kesî tune tecawizê axa kesî bike. Mafê Tirkiyeyê tune. Divê demildest ji axa Sûriyeyê derkeve. Mafê gelê fîlîstînê ya qedera xwe tayîn bike heye. Ya gelê Kurd jî heye. Em diparêzin ku hemû gel qedera xwe bi xwe tayîn bikin.”
‘Kongre ji bo pêşerojê ronahiye’
Leylayê çavdêriyên xwe yên der bar kongreya HDP’ê de vegot û wiha got: “Wê qelebalixê bandorek mezin li ser min kir. Tevî evqas zextan bi hezarna kes li wir bû. Ev serkeftine û nîşan dide ku hîna kesên piştigiriyê didin hene. Ev kongre serkeftî bû. Ji bo pêşerojê jî wek ronahî dibînim.Ez HDP’ê pîroz dikim. Serkeftinê dixwazim. Pêkanîna hevserokatiyê jî modelek pir girînge. Mînakek mezine.”
Jinên cîhanê bibin yek!
Leylayê di dawiyê de balkişand ser têkoşîna yekbûyî ya jinan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Peyama min ya herî girîng ya ji bo jinan; Divê jinên Tirk, Kurd, Êzidî û Tirkmen, çi dibe bila bibe divê hemû jin bibin yek. Ger em welatekî demokatîk, civakek demokratîk bixwazin, rola jinê girînge. Divê jin bibin yek. Ji ber vê divê destê hev bigirin û berdewam bikin.”








