Li Denîzliyê jinek û zarokek hat qetilkirin
- 15:59 15 Sibat 2018
- Rojane
DENÎZLÎ - Li Saraykoyê Oktay Şahîn ê derbarê wî de biryara dûrkirinê heye, hevjîna xwe û keça xwe ya 15 salî kuşt.
Li navçeya Saraykoyê Oktay Şahîn, hevjîna xwe Ayşe Şahîn û keça xwe ya 15 salî kuşt. Şahîn bi çeka lûle dirêj gule li hevjîna xwe û keça xwe barand. Şahîn pişt re bi heman çekê xwest xwe jî bikuje. Ayşe Şahîn birîndar bû û keça wê Nurdan Şahîn li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Ayşe Şahîn a rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Oktay Şahîn jî rakirin nexweşxaneyê. Hat zanîn ku derbarê Oktay Şahîn de biryara dûrkirinê heye.








