Li Kobanê bi meşa girseyî komplo hat şermezarkirin

  • 15:20 15 Sibat 2018
  • Rojane
KOBANÊ - Bi hezaran welatiyên warê berxwedanê Kobanê ji bo şermezarkirna komploya navneteyî ya li dijî rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşek girseyî li darxistin.
 
Bi hezaran ji welatiyên Kantona Kobanê, navçe û bajarokên wê, bi tevlibûna saziyên civaka Sivîl, YPJ/YPG, asayîş, Tirafîk û  HPC'ê bi armanca şermezarkrina komploya navdeweyî ya ku di 15'ê Sibata 1999'an de li dijî rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hat meşeke bi heybet li darxistin.
 
Di meşa ku bi dirûşma "Bi rihê berxwedana Efrînê em ê pergala Îmralî têkbibin" hat lidarixistin de meşvanan posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên TEV-DEM, Kongira Star û YPJ/YPG, her wiha pankartên bi nivîsa 'Kobanê Rêberê xwe dixweze', 'Bi rihê berxwedana Efrînê li dijî Komployê serî hilde' û 'jiyanek bê rêber Apo em tu carî qebûl nakin' hilgirtin.
 
Meşa ku bi dirûşma 'bê serok jiyan nabe' ji Qada Jina azad dest pê kir heta qada şehîd Egît berdewam kir. Piştî ku meşvan rawestiyan ji bo pakrewanên azadiyê yên jiyana xwe ji dest dan deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin.
Li ser navê Kongira Star Fewziya Ebdî axivî û wiha got: "Komplogeran xwestin bi dîlgirtina rêberê me û gelê me têk bibin û qîr bikin.  Lê gelê me berovajî komployê rabû serhildanê û her der kir qada berxwedanê. Dijminên me ji bîr kiribûn ku gelê kurd bi Fikr û Felsefeya Rêber Apo hatiye perwerdekirin."
 
Her wiha berdevekê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl û hevserokê şaredariya gel ya bajarê Sirînê  Mustefa Mislim jî axivîn.
 
Meş bi diruşmên "Bijî serok Apo", "Bê serok jiyan nabe" û "bijî berxwedana Efînê" bi tilîliyên dayîkan bi dawî bû.