Xilûd Ebdo: Islam ji kiryarên dewleta Tirkiyeyê dûr e

  • 13:53 15 Sibat 2018
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Endama Rêveberiya Navenda Jinên Oldar Xilûd Ebdo komplo û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: "Komkujiyên ku dewleta Tirk li ser Efrînê pêk tîne, ne ji pîvanên misilmantiyê ye."
 
Derbarê komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de endama Rêveberiya Navenda Jinên Oldar Xilûd Ebdo nêrînên xwe anî ziman û wiha got:"Komploya Navneteweyî ya ku di kesayeta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de li ser gelê azadîxwaz pêk hat ez bi zimanekî tund şermezar dikim. Îslam ji kiryarê dewleta tirk dûr e."
 
Xilûd Ebdo anî ziman ku Ola Misilmantiyê li dijî şîdeta li ser mirovahiyê ye û wiha got: "Em tecrîda giran a li ser Rêber Apo şermezar dikin, ola Misilmantiyê li dijî şîdeta li ser mirovan e û ev tecrîda li ser Rêber Apo li ser tevahî mirovahiyê şîdet e. Ji ber ku Rêber Apo doza mafê mirovan dike ev tecrîda giran li ser tê pêkanîn. Dewleta Tirk dibêje em dewletek misilman in û bi navê misilmantiyê bang dike, lê îro jî komkujiyan li ser hemû gelan pêk tîne. Lê misilmantî dibêje zilm û zordariyê li mirovan nekin."
 
Xilûdê axaftina xwe wiha domand: "Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ev sazî ji bo parastina nirxên pîroz ên gelê me vekir. Saziyên me ne li dijî olê ne, saziyên me şerê çeteyên ku olê berovajî dikin e. Ev jî bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo ye ku em hişyar kirine."
 
'Jinên Rojava hemû Avesta û Barîn in" 
 
Xilûd di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Jinên Rojava hemû Avesta û Barîn in. Weke ku ola misilmantiyê dibêje kesê ku destdirêjiyê li ser me bike dibe ku em li hember wî bisekinin. Em ê bi fikir û felsefeya Rêber Apo bi ser bikevin."