TEV-DEM'ê ji bo rewşa Efrînê civîn li dar xist

  • 17:13 10 Sibat 2018
  • Rojane
QAMIŞLO - Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi armanca nîqaşkirina rewşa herêma Efrînê, li bajarê Qamişloyê civînek li dar xist.
 
Bi armanca nîqaşkirina rewşa herêma Efrînê ku ev 22 roj in dewleta Tirk bi balafir û tankan êrîşî wê dike, Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Kantona Qamişloyê civînek li navenda Mihemed Şêxoya Taxa Xerbî  û Salona Seyran a Taxa Cûdî li dar xist.
 
Di civînê de komîn û meclisên taxên rojava û rojhilatê bajarê Qamişloyê beşdar bûn. Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, paşê axaftin derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Efrînê hatin kirin û rewşa siyasî ya herêma Efrînê hat nirxandin. 
 
Civîn bi dirûşma 'Bijî berxwedana Efrînê' bi dawî bû.