TEV-DEM'ê ji bo rewşa Efrînê civîn li dar xist 2018-02-10 17:13:28   QAMIŞLO - Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi armanca nîqaşkirina rewşa herêma Efrînê, li bajarê Qamişloyê civînek li dar xist.   Bi armanca nîqaşkirina rewşa herêma Efrînê ku ev 22 roj in dewleta Tirk bi balafir û tankan êrîşî wê dike, Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Kantona Qamişloyê civînek li navenda Mihemed Şêxoya Taxa Xerbî  û Salona Seyran a Taxa Cûdî li dar xist.   Di civînê de komîn û meclisên taxên rojava û rojhilatê bajarê Qamişloyê beşdar bûn. Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, paşê axaftin derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Efrînê hatin kirin û rewşa siyasî ya herêma Efrînê hat nirxandin.    Civîn bi dirûşma 'Bijî berxwedana Efrînê' bi dawî bû.