Li Gebzeyê 20 HDP'yî hatin binçavkirin
- 13:41 9 Sibat 2018
- Rojane
KOCAELÎ – Polîsan li Kocaeliyê bi ser gelek malan de girt û 20 rêveber û endamên HDP’ê binçav kirin.
Beriya 3’yemîn Kongreya Asayî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di 11’ê sibatê de bê lidarixistin li dijî rêveber û endamên HDP'ê pêla binçavkirinê dewam dike. Polîsan li navçeya Gebze ya Kocaeliyê serê sibê bi ser gelek malan de girt. Piştî lêgerîna malan Hevserokên HDP’ê yên Gebze Damla Bagci û Mustafa Altunbaş jî di nav de 20 HDP’yî binçav kirin. Hînceta binçavkirinan nehat hînbûn.
Hat diyarkirin ku 20 HDP’yî yên hatin binçavkirin li Miduriyeta Polîsan a Kocaeliyê tên ragirtin.








