Li Gebzeyê 20 HDP'yî hatin binçavkirin 2018-02-09 13:41:33     KOCAELÎ – Polîsan li Kocaeliyê bi ser gelek malan de girt û 20 rêveber û endamên HDP’ê binçav kirin.    Beriya 3’yemîn Kongreya Asayî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di 11’ê sibatê de bê lidarixistin li dijî rêveber û endamên HDP'ê  pêla binçavkirinê dewam dike.  Polîsan li navçeya Gebze ya Kocaeliyê serê sibê bi ser gelek malan de girt. Piştî lêgerîna malan Hevserokên HDP’ê yên Gebze Damla Bagci û Mustafa Altunbaş jî di nav de 20 HDP’yî binçav kirin. Hînceta binçavkirinan nehat hînbûn.   Hat diyarkirin  ku 20 HDP’yî yên hatin binçavkirin li Miduriyeta Polîsan a Kocaeliyê tên ragirtin.