Efrîniyan mêvanên xwe oxir kirin

  • 13:52 7 Sibat 2018
  • Rojane
EFRÎN - Bi sedan gelên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê ji bo piştgiriya Efrînê beşdarî meşa mezin bûn û bertek nîşanî êrîşên li ser Efrînê dan. 
 
Êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê bê navber didome.  Bi sedan gelên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" ji bo piştgiriya Efrînê beşdarî meşa mezin bûn û bertek nîşanî êrîşên li ser Efrînê dan. 
 
Îro gelên ku ji bo piştgiriya Efrînê beşdarî meşa mezin bûn bi dirûşmên "Bijî berxwedana Efînê", "Bijî berxwedana YPJ/YPG û QSD" hatin oxirkirin.