Efrîniyan mêvanên xwe oxir kirin 2018-02-07 13:52:55   EFRÎN - Bi sedan gelên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê ji bo piştgiriya Efrînê beşdarî meşa mezin bûn û bertek nîşanî êrîşên li ser Efrînê dan.    Êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê bê navber didome.  Bi sedan gelên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" ji bo piştgiriya Efrînê beşdarî meşa mezin bûn û bertek nîşanî êrîşên li ser Efrînê dan.    Îro gelên ku ji bo piştgiriya Efrînê beşdarî meşa mezin bûn bi dirûşmên "Bijî berxwedana Efînê", "Bijî berxwedana YPJ/YPG û QSD" hatin oxirkirin.