Ji bo Barîn Kobanê konê grevê hat vekirin

  • 15:36 6 Sibat 2018
  • Rojane
KOBANÊ - Yekîtiya Jinên Rewşenbîr ji bo Barîn Kobanê konê grevê vekirin. 
 
Yekîtiya Jinên Rewşenbîr a Kantona Kobanê li Qada Jina Azad a herêma Firatê ji bo Barîn Kobanê ku di berxwedana serdemê de jiyana xwe ji dest da konê grevê vedan. 
 
Konê grevê bi wêneyên Barîn Kobanê û bi pankarta 'Em ê tola Barîn hildin' hat xemilandin. 
 
Çalakî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre Seroka Jinên Rewşenbîr Şêrîn Şêxo axivî û soza şopandandina riya Barîn Kobanê da. 
 
Her wiha Cîgira Hevseroka Rêveberiya Xweser Hêlîn Hacim jî axivî û wiha got:"Erdogan bi hemû hêz û
teknîka xwe êrîşî Efrînê dike, dibe ku teknîka wan pêşketî be lê gelê Efrînê wê bi hêz û îradeya azad bi
ser bikeve."
 
Li ser navê Kongra Star Xalîsa Hec Ebdulqadir axivî û got:"Jinên Rewşenbîr dê xwedî li Efrînê derkeve û dê riya Barîn Kobanê bişopînin."
 
Konê girevê bi serdana gel dewam dike. Dê kon heta sê rojan dewam bike.