Ji bo Barîn Kobanê konê grevê hat vekirin 2018-02-06 15:36:49   KOBANÊ - Yekîtiya Jinên Rewşenbîr ji bo Barîn Kobanê konê grevê vekirin.    Yekîtiya Jinên Rewşenbîr a Kantona Kobanê li Qada Jina Azad a herêma Firatê ji bo Barîn Kobanê ku di berxwedana serdemê de jiyana xwe ji dest da konê grevê vedan.    Konê grevê bi wêneyên Barîn Kobanê û bi pankarta 'Em ê tola Barîn hildin' hat xemilandin.    Çalakî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre Seroka Jinên Rewşenbîr Şêrîn Şêxo axivî û soza şopandandina riya Barîn Kobanê da.    Her wiha Cîgira Hevseroka Rêveberiya Xweser Hêlîn Hacim jî axivî û wiha got:"Erdogan bi hemû hêz û teknîka xwe êrîşî Efrînê dike, dibe ku teknîka wan pêşketî be lê gelê Efrînê wê bi hêz û îradeya azad bi ser bikeve."   Li ser navê Kongra Star Xalîsa Hec Ebdulqadir axivî û got:"Jinên Rewşenbîr dê xwedî li Efrînê derkeve û dê riya Barîn Kobanê bişopînin."   Konê girevê bi serdana gel dewam dike. Dê kon heta sê rojan dewam bike.