Meşa mezin a ber bi Efîrnê ji qamişlo dest pê kir
- 12:54 4 Sibat 2018
- Rojane
QAMIŞLO - Bi sedan welatiyên Kantona Qamişlo kom bûn û ber bi bi meşa ji bo Efîrnê ya mezin ve meşiyan.
Bi armanca piştgiriya Efîrnê, îro meşa mezin a ber bi Efîrnê ve ji Qamiloyê dest pê kir. bi sedan gelê Kantona Qamişlo îro li qada şehîd Xebat kom bûn û berê xwe dan bajarê Tiltemirê yê Kantona Hesekê, paşê wê biçin kobanê, Minbicê û wê ji Minbicê derbasî Efîrnê bibin.
Meşa ku ji Qamişloyê hat destpêkirin wê li her bajarekî bê sekinandin û piştî ku gelê li bajêr tevli bû wê berdewam bike. Meşa ku hat destpêkirin li gel bi sedan welatiyên herêmê tevahî sazî û desteyên Rêveberiya xweser, saziyên civkî, Kongira Star, TEV-DEM, Yekîtiya Ciwanan jî tevli meşê bûn.
Meşa ku hat destpêkirin bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abudllah Ocelan, Alên YPJ/YPG, QSD'ê, Kongira Star û bi wêneyên tekoşerên berxwedana serdemê hat xemlandin.
Meşvan niha ji Qamişloyê derketin û ber bi Tiltemirê ve ketin rê pitî Tiltermirê meşvan wê ber bi Kobanê û Minbicê ve bikevin rê û piştî ku ji wan bajaran jî meşvan tevili meşê bûn wê derbasî Efrînê bibin.








