Meşa mezin a ber bi Efîrnê ji qamişlo dest pê kir 2018-02-04 12:54:47   QAMIŞLO - Bi sedan welatiyên Kantona Qamişlo kom bûn û ber bi bi meşa ji bo Efîrnê ya mezin ve meşiyan.   Bi armanca piştgiriya  Efîrnê, îro meşa mezin a ber bi Efîrnê ve ji Qamiloyê dest pê kir.  bi sedan gelê Kantona Qamişlo îro li qada şehîd Xebat kom bûn û berê xwe dan bajarê Tiltemirê yê Kantona Hesekê, paşê wê biçin kobanê, Minbicê û wê ji Minbicê derbasî Efîrnê bibin.    Meşa ku ji Qamişloyê hat destpêkirin  wê li her bajarekî bê sekinandin û piştî ku gelê li bajêr tevli bû wê berdewam bike. Meşa ku hat destpêkirin li gel bi sedan welatiyên herêmê tevahî sazî û desteyên Rêveberiya xweser, saziyên civkî, Kongira Star, TEV-DEM, Yekîtiya Ciwanan jî tevli meşê bûn.    Meşa ku hat destpêkirin  bi wêneyên Rêberê PKK'ê  Abudllah Ocelan, Alên YPJ/YPG, QSD'ê, Kongira Star û bi wêneyên tekoşerên berxwedana serdemê hat xemlandin.   Meşvan niha ji Qamişloyê derketin û ber bi Tiltemirê ve ketin rê pitî Tiltermirê meşvan wê ber bi Kobanê û Minbicê ve bikevin rê û piştî ku ji wan bajaran jî meşvan tevili meşê bûn wê derbasî Efrînê bibin.