Partiya yekitiya Sûriyanan ji bo efrînê konê çalakiyê veda
- 16:21 29 Çile 2018
- Rojane
QAMIŞLO - Partiya Yekîtiya Sûriyanan a herêma Cizîrê konê çalakiyan ji bo piştgiriya berxwedana Efîrnê li dar veda.
Li ber Navenda Çandê ya Sûriyaniyan a bajarê Qamişlo Herêma Cizîrê , îro Partiya Yekîtya Sûriyanan konê piştgiriya bi berxwedana Efîrnê re bi dirûşma " Berxwedana Efrînê berxwedan gele li himeberî dagirkerîya Osmaniyan e" veda. Ji bo konê ku hat vekirin bi dehan ji pêkhateiyên sûriyaniyan û Yekîtiya Ciwanên Sûriyanî, Yekîtiya Jinên Sûriyanî, Komeleya Çanda Sûriyaniyan amede bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtinê, axavtin ji aliyê pêkhatieyên sûriyanî ve hatin kirin , di axavtinan de hat diyarkirin ku gelê sûriyanî li pişta Efrînê ye û wê heta dawiyê piştgiriyê bide Efrînê.
Çakiya kon wê heta êvarê berdewam bike.








