Partiya yekitiya Sûriyanan ji bo efrînê konê çalakiyê veda 2018-01-29 16:21:37   QAMIŞLO - Partiya Yekîtiya Sûriyanan a herêma Cizîrê konê çalakiyan ji bo piştgiriya berxwedana Efîrnê li dar veda.   Li ber Navenda Çandê ya Sûriyaniyan a bajarê Qamişlo Herêma Cizîrê , îro Partiya Yekîtya Sûriyanan konê piştgiriya bi  berxwedana Efîrnê re bi dirûşma " Berxwedana Efrînê berxwedan gele li himeberî dagirkerîya Osmaniyan e" veda. Ji bo konê ku hat vekirin  bi dehan ji pêkhateiyên sûriyaniyan û  Yekîtiya Ciwanên Sûriyanî, Yekîtiya Jinên Sûriyanî, Komeleya Çanda Sûriyaniyan amede bûn.   Piştî deqeyek rêzgirtinê, axavtin ji aliyê pêkhatieyên sûriyanî ve hatin kirin , di axavtinan de hat diyarkirin ku gelê sûriyanî li pişta Efrînê ye û wê heta dawiyê piştgiriyê bide Efrînê.   Çakiya kon wê heta êvarê berdewam bike.