Dayikên Efrînê alîkariya YPG-YPJ'ê kirin
- 18:27 23 Çile 2018
- Rojane
Lîlav Elî- Ferîde Zede
EFRÎN - Jinên gundê Kîmarê û Bênê yên navçeya Şêrewa ji bo alîkariya hêzên YPG-YPJ'ê yên li çeperan şer dikin, xwarin çêkirin.
Jinên ku ji bo şervanan xwarinê amede dikin nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew dev ji axa xwe bernadin û ew ê axa xwe biparêzin.
Welatiyê bi navê Hacê Nebo ya ji gundê Kîmarê wiha got: Me hêza xwe ji felsefeya Abdullah Ocalan girtiye, em dev ji gundên xwe bernadin û em ê alîkariya şervanên xwe bikin."
Her wiha welatiya bi navê Emîne Cafer wiha got:" Em li pişta şervanên xwe ne û dewleta êrîşkar dê di Efrînê de têk biçe."
Di heman demê de welatiyê bi navê Fatmê Reşîd wiha got:" Heta dawiyê em ê şer bikin û şopdarê şehîdên xwe bibin ku em axa xwe biparêzin."








