Dayikên Efrînê alîkariya YPG-YPJ'ê kirin 2018-01-23 18:27:52   Lîlav Elî- Ferîde Zede   EFRÎN - Jinên gundê Kîmarê û Bênê yên navçeya Şêrewa  ji bo alîkariya hêzên YPG-YPJ'ê yên li çeperan şer dikin, xwarin çêkirin.   Jinên ku ji bo şervanan xwarinê amede dikin nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew dev ji axa xwe bernadin û ew ê axa xwe biparêzin.   Welatiyê bi navê Hacê Nebo ya ji gundê Kîmarê wiha got: Me hêza xwe ji felsefeya Abdullah Ocalan girtiye, em dev ji gundên xwe bernadin û em ê alîkariya şervanên xwe bikin."   Her wiha welatiya bi navê Emîne Cafer wiha got:" Em li pişta şervanên xwe ne û dewleta êrîşkar dê di Efrînê de têk biçe."   Di heman demê de welatiyê bi navê Fatmê Reşîd wiha got:" Heta dawiyê em ê şer bikin û şopdarê şehîdên xwe bibin ku em axa xwe biparêzin."