Konferansa malbatên şehîdan bi daxweyaniyekê ji bo efrinê hat bidawîkirin
- 15:41 23 Çile 2018
- Rojane
GIRIKÊLEGÊ - Konfiransa 6'emîn a Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkêlegê bi biryarên girîng û daxuyaniyekê li dijî Êrîşên li ser Efîrnê bi dawî bû.
Konfiransa 6'emîn a Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkêlegê ya ku bi dirûşma " Biryardariya bi şehîdan re misogeriya avakirna fedrasiyona demokartîk a bakurê Sûriyê ye û azadiya Rêber Apo ye " li navenda Aram Tîkran a bajarokê Rimêlan ku girêdayî Girkêlegê kantona Qamişlo hatbû lidarxistin bi biriyarên giring û daxuyanîyek li dijî êrîşên li ser Efrînê bi dawî bû.
Biryarên ku derketin pêş evin;
*"Avakirina komîteyekê ji bo çareserkirina pirisgirêkên malbatên şehîdan yên aborî.
*Xurtikirina xebatan bi tevahî saziyên tevgera civaka demokratîk re.
*Li dijî hemu êrîşên li ser destkeftiyên rojava û bakurê sûriyê bilindkirina tekoşînê.
*xurtikirina têkiliyan bi hevjîn û zarok û malbatên şehîdan re.
*Çaresekirina tevahî pirisgigrêkên malbatên şehîdan.
*Biryara ku divê her ji sê mihan civîneka girzeyi ji tevahî malbatên şehîdan re were çêkirin ji bo nirxandina xebat û xwedîderketina li van malbatan.
*Ji bo azadiya rêber Apo sozdayina tekoşînê û berxwedanê.
Piştî biryarên girîng ji bo silavkirina berxwedana Efrinê û şermezarkirina êrîşên dewleta tirk Meclisa Malbatên Şehîdan konfiransa xwe bi daxweyaniyeke li dijî êrîşên li ser Efrînê û dirûşmên " Bijî berxwedana Efrinê, " Bê sero jiyan nebe", "Şehîd namirin" hat bidawîkirin.








