Konferansa malbatên şehîdan bi daxweyaniyekê ji bo efrinê hat bidawîkirin 2018-01-23 15:41:36   GIRIKÊLEGÊ - Konfiransa 6'emîn a Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkêlegê bi biryarên girîng û daxuyaniyekê li dijî  Êrîşên li ser Efîrnê bi dawî bû.    Konfiransa 6'emîn a Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkêlegê ya ku bi dirûşma " Biryardariya bi şehîdan re misogeriya avakirna fedrasiyona demokartîk a bakurê Sûriyê ye û azadiya Rêber Apo ye "  li navenda Aram Tîkran a bajarokê Rimêlan ku girêdayî  Girkêlegê kantona Qamişlo hatbû lidarxistin bi biriyarên giring û daxuyanîyek li dijî êrîşên li ser  Efrînê bi dawî bû.    Biryarên ku derketin pêş evin;   *"Avakirina komîteyekê ji bo çareserkirina pirisgirêkên malbatên şehîdan yên aborî.   *Xurtikirina xebatan bi tevahî saziyên tevgera  civaka demokratîk re.   *Li dijî hemu êrîşên li ser destkeftiyên  rojava û bakurê sûriyê bilindkirina tekoşînê.   *xurtikirina têkiliyan bi hevjîn û zarok û malbatên şehîdan re.    *Çaresekirina tevahî  pirisgigrêkên malbatên şehîdan.    *Biryara ku divê her ji sê mihan civîneka girzeyi ji tevahî malbatên şehîdan re were çêkirin ji bo nirxandina xebat û xwedîderketina li van malbatan.   *Ji bo azadiya rêber Apo sozdayina tekoşînê û berxwedanê.   Piştî biryarên girîng  ji bo silavkirina  berxwedana Efrinê û şermezarkirina êrîşên dewleta tirk Meclisa Malbatên Şehîdan konfiransa xwe bi daxweyaniyeke li dijî êrîşên li ser Efrînê û dirûşmên   " Bijî berxwedana Efrinê, " Bê sero jiyan nebe", "Şehîd namirin" hat bidawîkirin.