ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2018'AN
- 09:00 23 Çile 2018
- Rojev
*Endama TEV-DEM'ê Asya Abdullah derbarê êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê nêrînên xwe anî ziman û got ku divê herkes tevlî berxwedana Efrînê bibin. Her wiha jinên herêma Cizîrê jî bertek nîşanî êrîşan da û anîn ziman ku dê berxwedana Efrînê di rûpelên dîrokê de wekî serkeftina gelan bê nivîsandin. BI DÎMEN
*Jinan êrîşên li dijî şermezar kirin û gotin ku ev polîtîqayên qirêj ên dewleta tirk in û anîn ziman ku ev polîtîqayên qirêj nayên qebûlkirin. BI DÎMEN
*Hevseroka HDP’ê ya Amedê Fîlîz Bulutekîn diyar kir ku armanca her ji sê mehan dirêjkirina OHAL'ê zêdekirina zextên li ser jinan û bi girtina parlamenteran re vekirina civakê ji êrîşan re ye. BI DÎMEN
*Du girtiyên bi navê A. û T ku piştî berxwedana rêveberiyên xweser yên li Nisêbînê şûnde hatin binçavkirin û di bin îşkencê de îfade dan, daxwaz kirin ku îfadeyên xwe biguherin. Dadgeriyê îfadeya di bin îşkencê de hatiye dayîn tine hesiband û biryar da ku ‘biryar ewil her tim rast tê hesibandin’. Parêzer jî wê îtîrazê vê biryarê bikin.
*Jinên SEP’ê diyar kirin ku ew şopdarên Rosa Luxemburg in û qadeke rêxistinbûnê ya nû ku navê ‘Wekehevî’ lê kirin avakirin. Derya Koca diyar kir ku ew jiyana xwe, ne ji bo rejîma yek mêrî û ne jî ji bo pergalê feda dikin û bang li hemû jinan kir ku bi ‘wekheviyê’ re dakevin kolanan. BI DÎMEN
*Rozerîn Kalkan ku li TEM a Mêrdînê rastî îşkenceya zayendî hat û piştre hat girtin ev du sale nayê dermankirin. Rozerîn ku êşa mîdeyê dikşîne, ji bo emelyata milê xwe yê rastê ku ji sedî 40 naxebite jî li bendê ye.








