ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2018'AN 2018-01-23 09:00:00   *Endama TEV-DEM'ê Asya Abdullah derbarê êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê nêrînên xwe anî ziman û got ku divê herkes tevlî berxwedana Efrînê bibin. Her wiha jinên herêma Cizîrê jî bertek nîşanî êrîşan da û anîn ziman ku dê berxwedana Efrînê di rûpelên dîrokê de wekî serkeftina gelan bê nivîsandin. BI DÎMEN   *Jinan êrîşên li dijî şermezar kirin û gotin ku ev polîtîqayên qirêj ên  dewleta tirk in û anîn ziman ku ev polîtîqayên qirêj nayên qebûlkirin. BI DÎMEN   *Hevseroka HDP’ê ya Amedê Fîlîz Bulutekîn diyar kir ku armanca her ji sê mehan dirêjkirina OHAL'ê zêdekirina zextên li ser jinan û bi girtina parlamenteran re vekirina civakê ji êrîşan re ye. BI DÎMEN   *Du girtiyên bi navê A. û T ku piştî berxwedana rêveberiyên xweser yên li Nisêbînê şûnde hatin binçavkirin û di bin îşkencê de îfade dan, daxwaz kirin ku îfadeyên xwe biguherin. Dadgeriyê îfadeya di bin îşkencê de hatiye dayîn tine hesiband û  biryar da ku ‘biryar ewil her tim rast tê hesibandin’. Parêzer jî wê îtîrazê vê biryarê bikin.   *Jinên SEP’ê diyar kirin ku ew şopdarên Rosa Luxemburg in  û  qadeke rêxistinbûnê ya nû ku navê ‘Wekehevî’ lê kirin avakirin.  Derya Koca diyar kir ku ew jiyana xwe, ne ji bo rejîma yek mêrî û ne jî ji bo pergalê feda dikin û bang li hemû jinan kir ku bi ‘wekheviyê’ re dakevin kolanan. BI DÎMEN   *Rozerîn Kalkan ku li TEM a Mêrdînê rastî îşkenceya zayendî hat û piştre hat girtin ev du sale nayê dermankirin.  Rozerîn ku êşa mîdeyê dikşîne, ji bo emelyata milê xwe yê rastê ku ji sedî 40 naxebite jî li bendê ye.