Li Sêrtê rêvebirên HDP'ê serbest hatin berdan

  • 11:46 22 Çile 2018
  • Rojane
SÊRT - Rêvebirên HDP'ê yên ku li Sêrtê hatin binçavkirin serbest hatin berdan.
 
Do êvarî polîsan girtin ser Rêxistina Bajar a Partiya Demokratîk a Gelan a Sêrtê (HDP) û Hevseroka Bajar a HDP'ê Necibe Îlhan, Hevseroka Navçeyê ya Navendê Guri Toprak û Saymanê Bajêr ê HDP'ê Hayrettin Şen girtin bin çavan. Piştî îfadeya wan a emniyetê serbest hatin berdan. Hat hînbûn ku di dema serdegirtina avahiya partiyê de polîsan pirsa afîş û dovizên li avahiyê kirine. 
 
Her wiha lêgerîna polîsan a li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) do bi şev bi dawî bû. Di encama lêgerînê de hinek afîş û pirtûkên li avahiyê hatin desteserkirin.