Li Sêrtê rêvebirên HDP'ê serbest hatin berdan 2018-01-22 11:46:23   SÊRT - Rêvebirên HDP'ê yên ku li Sêrtê hatin binçavkirin serbest hatin berdan.   Do êvarî polîsan girtin ser Rêxistina Bajar a Partiya Demokratîk a Gelan a Sêrtê (HDP) û Hevseroka Bajar a HDP'ê Necibe Îlhan, Hevseroka Navçeyê ya Navendê Guri Toprak û Saymanê Bajêr ê HDP'ê Hayrettin Şen girtin bin çavan. Piştî îfadeya wan a emniyetê serbest hatin berdan. Hat hînbûn ku di dema serdegirtina avahiya partiyê de polîsan pirsa afîş û dovizên li avahiyê kirine.    Her wiha lêgerîna polîsan a li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) do bi şev bi dawî bû. Di encama lêgerînê de hinek afîş û pirtûkên li avahiyê hatin desteserkirin.