Medyaya Hawiz dîsa şer gur kir
- 21:40 20 Çile 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bertekên li dijî êrişên li ser Efrînê berdewam dike. Di heman demê de medyaya hawiz şer gur kir û kêfxweşiya xwe ya şer di serenavê xwe de anîn ziman.
Bertekên li dijî êrişên li ser Efrînê ku ji aliyê AKP-MHP û Artêşa Sûriyeya Azad pêk tê, berdewam dike. Di heman demê de medyaya hawiz şer gur kir û kêfxweşiya xwe ya şer di serenavê xwe de anîn ziman. Medyaya Hawiz êrîşên bi navê “guliyê zeytûnê” dest pê kir. Heta a niha tevî ku di nav de zarok jî hene 20 kes birîndar bûn. Milliyet di serenava xwe de got “Gumbur gumbur, En Son Haber got “ Efrîn bombebaran dibe deng ji HDP’ê derdikeve”. Bi vê helwestê medyaya hawiz nokteya herî dawî ya ku rojnamegerî hatiyê şanî me da.








