Medyaya Hawiz dîsa şer gur kir 2018-01-20 21:40:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Bertekên li dijî êrişên li ser Efrînê berdewam dike. Di heman demê de medyaya hawiz şer gur kir û kêfxweşiya xwe ya şer di serenavê xwe de anîn ziman.   Bertekên li dijî êrişên li ser Efrînê ku ji aliyê AKP-MHP û Artêşa  Sûriyeya Azad pêk tê, berdewam dike. Di heman demê de medyaya hawiz şer gur kir û kêfxweşiya xwe ya şer di serenavê xwe de anîn ziman. Medyaya Hawiz êrîşên bi navê “guliyê zeytûnê” dest pê kir. Heta a niha tevî ku di nav de zarok jî hene 20 kes birîndar bûn. Milliyet di serenava xwe de got “Gumbur gumbur, En Son Haber got “ Efrîn  bombebaran dibe deng ji HDP’ê derdikeve”. Bi vê helwestê medyaya hawiz nokteya herî dawî ya ku rojnamegerî hatiyê şanî me da.