Kesekî dengê Neslîhana ku îşkenceya sîstematîk lê hat kirin nebihîst

  • 13:57 19 Çile 2018
  • Rojane
DÎLOK - Mêrê bi navê Îlhan Kaya îşkence li Neslîhan Kaya ya ku bi wî re zewicandî kir û xwest ku wê qetil bike.
 
Li Dîlokê mêrê bi navê Îlhan Kaya îşkence li Neslîhan Kaya ya ku bi wî re zewicî kir û xwest ku wê qetil bike. Neslîhana ku bi awayekî giran birîndar bû xweparastina xwe bi kar anî û dema ku Îlhan çû mitbexê ji mal reviya. Neslîhanê bi birîndariya xwe ya giran çû mala xwişka xwe ya ku cîranê wê ye. Lê Îlhan li dû Neslîhanê hat û ew û xwişka wê tehdîd kir. 
 
Ekîba polîsan û ambûlans hatin cihê bûyerê. Îlhan hat binçavkirin Neslîhanê jî rakirin nexweşxaneyê û li beşa lezgîn hate razandin. Hat hînbûn ku Neslîhanê ev 6 roj in di nexweşxaneyê de ye û lebatên hundur wê hemû parçe bûye û rewşa wê her ku diçe nebaş dibe. 
  
Şîrîn Kaya diyar kir ku xwişka wê Neslîhanê bi îşkenceya sîstematîk rû bi rû maye û saziyên ku serî lêdane bi awayekî erênî li wan venegeriyane. 
 
Her wiha Îlhan ji aliyê dadgehê ve hat girtin.