Kesekî dengê Neslîhana ku îşkenceya sîstematîk lê hat kirin nebihîst 2018-01-19 13:57:19   DÎLOK - Mêrê bi navê Îlhan Kaya îşkence li Neslîhan Kaya ya ku bi wî re zewicandî kir û xwest ku wê qetil bike.   Li Dîlokê mêrê bi navê Îlhan Kaya îşkence li Neslîhan Kaya ya ku bi wî re zewicî kir û xwest ku wê qetil bike. Neslîhana ku bi awayekî giran birîndar bû xweparastina xwe bi kar anî û dema ku Îlhan çû mitbexê ji mal reviya. Neslîhanê bi birîndariya xwe ya giran çû mala xwişka xwe ya ku cîranê wê ye. Lê Îlhan li dû Neslîhanê hat û ew û xwişka wê tehdîd kir.    Ekîba polîsan û ambûlans hatin cihê bûyerê. Îlhan hat binçavkirin Neslîhanê jî rakirin nexweşxaneyê û li beşa lezgîn hate razandin. Hat hînbûn ku Neslîhanê ev 6 roj in di nexweşxaneyê de ye û lebatên hundur wê hemû parçe bûye û rewşa wê her ku diçe nebaş dibe.     Şîrîn Kaya diyar kir ku xwişka wê Neslîhanê bi îşkenceya sîstematîk rû bi rû maye û saziyên ku serî lêdane bi awayekî erênî li wan venegeriyane.    Her wiha Îlhan ji aliyê dadgehê ve hat girtin.