Konferansa Jineolojiyê bi biryarên girîng bi dawî bû
- 11:17 14 Çile 2018
- Rojane
DÊRIK - 1'emîn Konferansa Jineolojiyê bi dirûşma "Jineolojî rastiya Civakê bi xwezaya jinê ronî dike" bi biriyarên giring bi dawî bû.
1'emîn konferansa jineolojî ku du rojan li navenda çand û Hûnerê ya Dicleyê li bajrê Dêrikê yê Herêma Cizrê hat lidarxistin û du rojan berdewam kir bi biriyarên giring bi dawî bû. Piştre jî pêşnûme projeya Akademiya Jineolojiyê ya ku amade kirî û ji niha û şûnde xebatên ku bê meşandin hate xwendin.
Bernameya Akademiya Jineolojiyê ya derbarê qadên Jineolojiyê de
Qada Perwerdê;
-Ji bo pedagojîya parêznameyên serokatî meşandina xebateke pisporî û sosyolojik.
-Tezên azadîye yên nêrînen Rêber Apo ku li ser jinê ne wergerkirina wan a li zimanê erabî.
-Pirtuka li ser jiyana Rêber Apo bi navê 'Ev çiroka herkesî ye' tercumekirina wê ya erebî.
-Di bin banê Kulliya Jineolojiyê ya ku li Zanîngeha Rojava hatiye avakirin de amadekirina pirtûkên waneyan (ders), amadekirina materyalan û ji bo mamoste û şagirtên zanîngehê amadekirina bernameyên xweser.
-Di akademî, zanîngeh û dibistanan de naveroka waneyên Jîneolojiyê de pêşxistina, perwerdekaran û amadekirina wan.
-Şopandina mufredata waneya Jineolojî ya dibistana amadeyî û encamên pirtûka ku hatiye amadekirin, perwerdekirina mamosteyên jineolojiyê,
-Amadekirina mufredat-minhac û pirtûkên dibistanên amadeyi û amadekirina mamosteyên Jîneolojiyê.
-Bi armanca derbaskirina ristên cînsiyetperest yên li ser zarok û ciwanan ên di dibistanan de amadekirina meteryalan û pêşxistina perwerdekaran.
-Bi armanca veguhertina zilam û tekoşîna li hemberî cînsiyetperestiya civakî amadekirina meteryalan, perwerde pêşxistin, hemû deverên ku waneyên Jîneolojiyê lê tên dayîn wek çavkaniyên daneyan nirxandin.
-Di Pergala Perwerdeya Netewa Demokratîk de perspektîfa Jîneolojiyê bicihkirin, perwerdekar û materyalên waneyan li gor vê perspektîfê amadekirin. Avakirina pergala perwerdeya civakî ya jinê li ser esasê hevd temam kirina perwerdeyên akademî, sazî û komînan. Divê derfetên perwerdeyê bigihinin tevahî jinên civakê.
-Mijarên aloz weke têgihîna namusê, bêkartî, hestên jinê û pirsgirêkên malbatî de perwerdeyên civakî de çarçoveya rêgezên Bîrdoziya Azadiya Jinê ji nû ve werin şîrovê kirin. Rêgezên jin û welatparêzî, jin û naskirina rast ya azadiyê, jin û veguhertîna zilam bibin mijarên bingehîn di perwerdeyên civakî de.
Qada Aborî:
-Bi pêşxistina nezeriyet-teoriyên aboriya bi keda jinê re girêdayî naveroka projeyên aboriya komûnal dagirtin.
-Bi tekoşîna li hemberî xizaniyê, derfetên kar yên li gor kêrhate û hêza xebatê avakirin.
-Pêşxistina lêkolînên ku jin di aliyê aborî de xwe bi xwe têra xwe bikin, li gor vê projeyên hilberînê pêşxistin, binesaziyên wan amadekirin, ji rêxistinbûna aboriya jin re dane û proje pêşkêşkirin.
-Di Rojava-Sûriyê de beramberî hilberînên jinan ên adet û teqalîdan, ji derfetên bazar û teknolojiyê re jî xebatên ku rê didin amadekirin.
-Bi bîlançoyên salane asta pêşketina aboriya komûnal û cihê jinan yên di nav de tespîtkirin.
-Fealiyetên aborî ku zirarê didin tevna ekolojyê, wek îsraf-serifkirina zêde, fêrbûnên modernîteya kapîtalîst ji bo werin derbaskirin meşandina xebatan.
-Pêşxistina sîyaseta aboriya civakî ya jinê ku derfetên kar û aborî ji bo jinê ku tevahî jinên Bakûrê Sûriye dikare biafirîne
-Veqetandin erdê çandînî ji bo avakirina kooperatîfên jinê di nav komînên gundan de
-Teşhîrkirina pergala çavuştî wek pergala koletî û rakirina vê pergalê
-Standina tedbîrên ji bo parastina mafên karkerên demsalê, bi taybet ji bo zarok û jinên ducanî
Qada Civakî
-Ji bo komkirin û parvekirina agahiyên çandiniya jinê li komûnan, sazkirina atolyeyan.
-Ji bo baştirkirina rewşa zarokên karker bi Komîteya Kedkaran re meşandina xebatan.
-Di derbarê jinên karkerên ku di bin venêrîna bijîşkan de dixebitin pêkanîna lêkolînan, komkirina daneyan û sererastkirina şert û mercên xebata wan.
-Bi bilindbûna rêjeya xizantiyê re, komkirina daneyên zêdebûna karkerên demsalî ku piraniya wan jin û zarok in.
-Pêkanîna sererastkirinên destura ji bo jinên ducanî û şîrdayîna zaroka wan.
-Bela kirin û birexistinkirina Jineolojiyê di tevahî civakê de destpêkirina wê ji komîn û taxan.
Etîk-Estetîk;
-Pêşxistina projeyên haydariya civakî. Pêkanîna vê yekê bi rengê çalakiyên hunerî yên weke wênesazî, muzîk û şano…
-Hindek mînakdayînên derbarê civakên ku zanebûna wan ya netewa demokratik zindî ye. Zindîkirina mînakên jiyana hevbeş a di navbera kurd, ermenî û suryaniyan de. Destnîşankirina nirxên hevbeş û pêşxistina projeyan a derbarê wan de.
-Bi Kewana Zêrîn, Tev-Çand, Komîteyên Wêje û Rewşenbîran re li qada Rojava û Suriyeyê, lêkolînkirina tevna çand û hunerî, amadekirina belge û materyalan.
-Koka peyvên ehlaq-namûsê û têgehên weke wan, di roja îro de li hemberî jinan çawa tên bikaranîn, di derbarê van de xebatên ronakbîrî dayîna meşandin. Bi xebatên hevsengiya xebatên çand, huner û wêjeyê re di van mijaran de feraseta rast dayîna rûniştandin û xwe gîhandina hevpariyê.
-Nirxên şoreşa jinê ya Rojava teyisandina naveroka tekili, ziman, cil û berg û pivanên jiyanê.
Hevjiyana Azad;
-Di Rojava-Sûriyê de bi lêkolîna kevneşopî û kiryarên zewac ku berdewamiya cînsiyetperestiya civakî û baviksalarî re girêdanên wan hene derxistina wan a holê.
-Di têkiliyên jin-zilam de pirsgirêkên bingehîn ku derdikevin holê û rêyên çareseriya wan lêkolînkirin.
-Di pêkanîna Pergala Hevseroktiyê ku îfadeya polîtîk ya Hevjiyana Azad dike pirsgirêkên tên jiyîn tahlîlkirin.
Qada Ekolojiyê;
-Peyda kirina pêşxistina zanîna ekolojik,
-Parastina çavkaniyên xwezayî yên Rojava-Suriyeyê.
-Derbarê paqijkirina xweza û hawîrdorê de pêkanîna xebatên perwerdeyî; meşandina xebatên zanyarî yên dîtbarî û nivîskî.
Qada Dîrokê;
-Di qada Rojava-Suriyeyê de bi armanca parastina mirasa dewlemend ya çandî û dîrokî û bi çavdêriya jinê Şaristaniya Demokratîk were nirxandin, şîrovekirin xebat bê birêxistinkirin.
-Daneyên dîroka berxwedana jin ya nivîskî û devkî berhevkirin û tevlî vegotinên dîroka tevgera jin kirin.
-Xebata Dîroka Azadiya Jin ku bû bingeha şoreşa Rojava nivîsandin.
-Derbarê dîrok û eşîrên Ereban de pêkanîna lêkolînan. Pênasekirina rol û rista jinê di nava eşîretê de. Di vê mijarê de naskirina jinên ku derketine pêş.
-Ji bo gelên ku li derdora girên dîrokî bicih bûne, derbarê dîroka gir û parastina nirxên dîrokî de semîner were dayîn.
-Lêkolîna wêne, peyker û nivîsên derbarê jinê de ku li Rojava û Bakûrê Suriyê hatine dîtin werin komkirin.
-Di nava mufredata pirtûkên dîrokî yên dibistanan de destnîşankirina berhemên dîrokî yên Rojava û Bakûrê Suriyê. Di vê mijarê de Akademiya Jineolojî, Mufredat, KPC-D û Wezareta Arkeolojî hevbeş xebat bên meşandin.
- Bi karbeşiya Jineolojiyê û Kevana Zerîn, li Efrîn û Kobanî `muzexaneya Hunerên Neolîtîk` bê vekirin.
-Berhemên dîrokî yên ku ji Rojava hatine dizîn, lîsteyên wan were derxistin. Bi Wezareta Arkeolojî, Komîteya Jineolojî ya Ewrupa û Komîteya Arkeolojiyê re hevbeş xebat bê meşandin.
Demografî;
-Di Rojava-Suriyeyê de tahlîlkirina polîtîkayên di qada demografya de.
-Encamên pir zarok anînê û desthilatdariya zilam ku di pey vê pirsgirêkê de tê bidest girtin û xebatên ronahîkirinê meşandin.
-Li ser zanîn û nêzîkatiyên jinan ya zarok jiberxwe kirinê-kûrtaj, kontrola zayînê lêkolîn pêşxistin û di vê mijarê de politika eşkere kirin.
-Li ser zewacên xizmayetî û zayînên bi pirsgirêk an jî bi seqetî lêkolîn pêşxistin.
-Seknandina li ser sedem û encamên koçberiyê hem ji aliyê derve hem jî aliyê hindir de û ji bo pêşîgirtina van lêkolîn berdewam kirin.
-Kesên Rojavayî ku koçî Avrupa bûne, derbarê rewşa wan de lekolînek bê pêkanîn û encam wek pirtûkek bê amade kirin.
-Komkirina daneyan derbarê analîza pirsgirêkên civaka Ereb de. Derbarê şer, xizanî, koçberî, zewac, zayîn, mirin û hwd.
Qada Tendurustî;
-Komkirina kevneşopiya zanînên şîfayê, mekanên ku zanayên şîfayê hunera xwe fêr bikin amadekirin.
-Ji bo fakulte-mehedên Tibê û bijîşkan waneyên dîroka tibbî û etîka Tibê dayîn.
-Di qada tendurustiyê de nîqaşên li ser mijarên cînsiyetperestiya Tibî, hekîmtiya parazvan, Tiba etîk nîqaş û perwerde birêxistinkirin, bi hevsengiya qada tibî beşa tıba xwezayî birêxistinkirin û pêşxistin.
-Ji bo jin bedena xwe nas bike dayîna waneyên (dersên) anatomi. Pêşxistina perwerde û semîneran ji bo jin beden û dêrûniya xwe baştir nasbikin û şerma li ser xwezaya bedena xwe were derbaskirin.
-Pêşxistina hevkarî di nav Akademiya Jineolojî, Weqfa Jinên Azad ên Rojava, Desteyên Tendirustî û Jinan ji bo xwenaskirina jinê û guhertina civakî bi tendirustî.
-Pêşxistina rêbazên rast di ware tendirustiya dêrûnî de ji bo jin û zarok bikarin birînên şer û tundî li ser dêrûniyên xwe bizivrin hêza jiyan û têkoşînê.
-Pêşxistina perwerdeyên li ser tendirustî û paqijî ji bo jin û di komîn û dibistanan de; di wan perwerdeyan bi taybet li ser rêbazên were sekinandin ku li pêşiya nexweşiyan bigirin (weke xwarin bi vîtamîn û nîzam; miayene kirina sing li hemberî penceşêr; rêbazên tiba xwezayî; anîna zarokan bi tenduristî û li gorî vîna jinê û hwd.)
-Parastin û pêşxistina zanebûn û rêbazên Tiba xwezayî.
Qada Polîtîkayê;
-Di qada polîtîkayê de cihgirtina jinan, di pêşxistina siyaseta jinê de pirsgirêkên ku derdikevin pêş û daneyên heyî nirxandin.
-Di saziyan de encamên hevseroktî û hevnûneriyê, asta sazbûnê nirxandin, di van mijaran de dane berhevkirin, bi armanca rast pêkanînê perwerde pêşxistin.
-Derbarê hêza pêşengitiya jinan di qada siyaseta demokratîk de platformên nîqaşên hevbeş bêne avakirin
- pirtuka li ser pergala hevserokatî û temsila hevbeş temam kirin, bi kurdi, arabî tercume kirin û çapkirin.
Qada Xweparastinê;
-Di derbarê xweparastinê de tahlîla dîrokî -civakî ya ceribandinên jinan pêşxistin,
-Ceribandinên xweparastinê derbasî asta akademik kirin û bi vê re girêdayî lêkolîn pêşxistin, belge amadekirin.
-Di nav xebatên YPJ- parastina jin- Asayîşa jin û weke van, komên xebatê û perwerdê birêxistinkirin.
Derbarê Qada Dadmendî;
- Li cîhanê derbarê qanûnê jinê de amadekirina belgeyekê.
- Ji bo endamên Mala Jinê meşandina perwerdeyên pîşeyî.
- Derbarê rêjeya (oran) hevberdanê de agahî komkirin, di mijara pêwendiya navbera hevberdan û zanebûna azadiya jinê de lêkolîn meşandin
- Ji bo ku qanûna derbarê pirzewacî de were fêmkirin semîner û xebatên cûrbecûr bi saziya meclîsa dadê re were meşandin.
-Ji bo danasîna Mala Jinê belgeyek bê amadekirin
-Teorîya hevjiyana azad hîn zêdetir bê nîqaş kirin û şenber kirin.
Jinên Ciwan;
-Ji bo lêkolina pirsgirêkên bingehîn ên jinên ciwan de, anket û herwiha xebat bi vî rengî werin meşandin.
-Ji bo jinên ciwan wek liv û lebata werzişî.
-Ji bo pêşçavkirina polîtîkayên derbarê bedena jinê de û ji bo jin bedena xwe nas bike, xebat bê meşandin û materyal bêne amadekirin.
- nav jinên ciwan de ji bo çandeke anti-kapitalist (dij resmalî) were ava kirin perwerde, seminer, kurte film, şano hwd. Pêş xistin.
Qada Ragihandinê;
-Di radyo, televîzyon û rojnameyan de rojevên jineolojî pêşxistin. Ji bo bernameyên televîzyonan perspektî pêşkêşkirin.
-Ji bo RAJIN û ragihandina giştî, vsazkirina atolyeyan.








