Konferansa Jineolojiyê bi biryarên girîng bi dawî bû 2018-01-14 11:17:58   DÊRIK - 1'emîn Konferansa Jineolojiyê bi dirûşma "Jineolojî rastiya Civakê bi xwezaya jinê ronî dike" bi biriyarên giring bi dawî bû.   1'emîn konferansa jineolojî ku du rojan li navenda çand û Hûnerê ya Dicleyê li bajrê Dêrikê yê Herêma Cizrê hat lidarxistin û du rojan berdewam kir bi biriyarên giring bi dawî bû. Piştre jî pêşnûme projeya Akademiya Jineolojiyê ya ku amade kirî û ji niha û şûnde xebatên ku bê meşandin hate xwendin.   Bernameya Akademiya Jineolojiyê ya derbarê qadên Jineolojiyê de   Qada Perwerdê;   -Ji bo pedagojîya parêznameyên serokatî meşandina xebateke pisporî û sosyolojik.    -Tezên azadîye yên nêrînen Rêber Apo ku li ser jinê ne wergerkirina wan a li zimanê erabî.   -Pirtuka li ser jiyana Rêber Apo bi navê 'Ev çiroka herkesî ye' tercumekirina wê ya erebî.   -Di bin banê Kulliya Jineolojiyê ya ku li Zanîngeha Rojava hatiye avakirin de amadekirina pirtûkên waneyan (ders), amadekirina  materyalan û ji bo mamoste û şagirtên zanîngehê amadekirina bernameyên xweser.     -Di akademî, zanîngeh û dibistanan de naveroka waneyên Jîneolojiyê de pêşxistina, perwerdekaran û  amadekirina wan.     -Şopandina mufredata waneya Jineolojî ya dibistana amadeyî û encamên pirtûka ku hatiye amadekirin, perwerdekirina mamosteyên jineolojiyê,   -Amadekirina mufredat-minhac û pirtûkên dibistanên amadeyi û amadekirina mamosteyên Jîneolojiyê.   -Bi armanca derbaskirina ristên cînsiyetperest yên li ser zarok û ciwanan ên di dibistanan de amadekirina meteryalan û pêşxistina  perwerdekaran.   -Bi armanca veguhertina zilam û tekoşîna li hemberî cînsiyetperestiya civakî amadekirina meteryalan, perwerde pêşxistin, hemû deverên ku waneyên Jîneolojiyê lê tên dayîn wek çavkaniyên daneyan nirxandin.   -Di Pergala Perwerdeya Netewa Demokratîk de perspektîfa Jîneolojiyê bicihkirin, perwerdekar û materyalên waneyan li gor vê perspektîfê amadekirin. Avakirina pergala perwerdeya civakî ya jinê li ser esasê hevd temam kirina perwerdeyên akademî, sazî û komînan. Divê derfetên perwerdeyê bigihinin tevahî jinên civakê.   -Mijarên aloz weke têgihîna namusê, bêkartî, hestên jinê û pirsgirêkên malbatî de perwerdeyên civakî de çarçoveya rêgezên Bîrdoziya Azadiya Jinê ji nû ve werin şîrovê kirin. Rêgezên jin û welatparêzî, jin û naskirina rast ya azadiyê, jin û veguhertîna zilam bibin mijarên bingehîn di perwerdeyên civakî de.   Qada Aborî:   -Bi pêşxistina nezeriyet-teoriyên aboriya bi keda jinê re girêdayî naveroka projeyên aboriya komûnal dagirtin.   -Bi tekoşîna li hemberî xizaniyê, derfetên kar yên li gor kêrhate û hêza xebatê avakirin.   -Pêşxistina lêkolînên ku jin di aliyê aborî de xwe bi xwe têra xwe bikin, li gor vê projeyên hilberînê pêşxistin, binesaziyên wan amadekirin, ji rêxistinbûna aboriya jin re dane û proje pêşkêşkirin.   -Di Rojava-Sûriyê de beramberî hilberînên jinan ên adet û teqalîdan, ji derfetên bazar û teknolojiyê re jî xebatên ku rê didin amadekirin.   -Bi bîlançoyên salane asta pêşketina aboriya komûnal û cihê jinan yên di nav de tespîtkirin.   -Fealiyetên aborî ku zirarê didin tevna ekolojyê, wek îsraf-serifkirina zêde, fêrbûnên modernîteya kapîtalîst ji bo werin derbaskirin meşandina xebatan.   -Pêşxistina sîyaseta aboriya civakî ya jinê ku derfetên kar û aborî ji bo jinê ku tevahî jinên Bakûrê Sûriye dikare biafirîne   -Veqetandin erdê çandînî ji bo avakirina kooperatîfên jinê di nav komînên gundan de   -Teşhîrkirina pergala çavuştî wek pergala koletî û rakirina vê pergalê   -Standina tedbîrên ji bo parastina mafên karkerên demsalê, bi taybet ji bo zarok û jinên ducanî   Qada Civakî   -Ji bo komkirin û parvekirina agahiyên çandiniya jinê li komûnan, sazkirina atolyeyan.    -Ji bo baştirkirina rewşa zarokên karker bi Komîteya Kedkaran re meşandina xebatan.   -Di derbarê jinên karkerên ku di bin venêrîna bijîşkan de dixebitin pêkanîna lêkolînan, komkirina daneyan û sererastkirina şert û mercên xebata wan.    -Bi bilindbûna rêjeya xizantiyê re, komkirina daneyên zêdebûna karkerên demsalî ku piraniya wan jin û zarok in.    -Pêkanîna sererastkirinên destura ji bo jinên ducanî û şîrdayîna zaroka wan.   -Bela kirin û birexistinkirina Jineolojiyê di tevahî civakê de destpêkirina wê  ji komîn û taxan.   Etîk-Estetîk;   -Pêşxistina projeyên haydariya civakî. Pêkanîna vê yekê bi rengê çalakiyên hunerî yên weke wênesazî, muzîk û şano…   -Hindek mînakdayînên derbarê civakên ku zanebûna wan ya netewa demokratik zindî ye. Zindîkirina mînakên jiyana hevbeş a di navbera kurd, ermenî û suryaniyan de. Destnîşankirina nirxên hevbeş û pêşxistina projeyan a derbarê wan de.   -Bi Kewana Zêrîn, Tev-Çand, Komîteyên Wêje û Rewşenbîran re li qada Rojava û Suriyeyê, lêkolînkirina tevna çand û hunerî, amadekirina belge û materyalan.   -Koka peyvên ehlaq-namûsê û têgehên weke wan, di roja îro de li hemberî jinan çawa tên bikaranîn, di derbarê van de xebatên ronakbîrî dayîna meşandin. Bi xebatên hevsengiya xebatên çand, huner û wêjeyê re di van mijaran de feraseta rast dayîna rûniştandin û xwe gîhandina hevpariyê.     -Nirxên şoreşa jinê ya Rojava teyisandina naveroka tekili, ziman, cil û berg û pivanên jiyanê.    Hevjiyana Azad;   -Di Rojava-Sûriyê de bi lêkolîna kevneşopî û kiryarên zewac ku berdewamiya cînsiyetperestiya civakî û baviksalarî re girêdanên wan hene derxistina wan a holê.   -Di têkiliyên jin-zilam de pirsgirêkên bingehîn ku derdikevin holê û rêyên çareseriya wan lêkolînkirin.   -Di pêkanîna Pergala Hevseroktiyê ku îfadeya polîtîk ya Hevjiyana Azad dike pirsgirêkên tên jiyîn tahlîlkirin.   Qada Ekolojiyê;   -Peyda kirina pêşxistina zanîna ekolojik,   -Parastina çavkaniyên xwezayî yên Rojava-Suriyeyê.   -Derbarê paqijkirina xweza û hawîrdorê de pêkanîna xebatên perwerdeyî; meşandina xebatên zanyarî yên dîtbarî û nivîskî.   Qada Dîrokê;   -Di qada Rojava-Suriyeyê de bi armanca parastina mirasa dewlemend ya çandî û dîrokî û bi çavdêriya jinê Şaristaniya Demokratîk were nirxandin, şîrovekirin xebat bê birêxistinkirin.   -Daneyên dîroka berxwedana jin ya nivîskî û devkî berhevkirin û tevlî vegotinên dîroka tevgera jin kirin.   -Xebata Dîroka Azadiya Jin ku bû bingeha şoreşa Rojava nivîsandin.   -Derbarê dîrok û eşîrên Ereban de pêkanîna lêkolînan.  Pênasekirina rol û rista jinê di nava eşîretê de. Di vê mijarê de naskirina jinên ku derketine pêş.     -Ji bo gelên ku li derdora girên dîrokî bicih bûne, derbarê dîroka gir û parastina nirxên dîrokî de semîner were dayîn.   -Lêkolîna wêne, peyker û nivîsên derbarê jinê de ku li Rojava û Bakûrê Suriyê hatine dîtin werin komkirin.   -Di nava mufredata pirtûkên dîrokî yên dibistanan de destnîşankirina berhemên dîrokî yên Rojava û Bakûrê Suriyê. Di vê mijarê de Akademiya Jineolojî, Mufredat, KPC-D û Wezareta Arkeolojî hevbeş xebat bên meşandin. - Bi karbeşiya Jineolojiyê û Kevana Zerîn, li Efrîn û Kobanî `muzexaneya Hunerên Neolîtîk` bê vekirin.   -Berhemên dîrokî yên ku ji Rojava hatine dizîn, lîsteyên wan were derxistin. Bi Wezareta Arkeolojî, Komîteya Jineolojî ya Ewrupa û Komîteya Arkeolojiyê re hevbeş xebat bê meşandin.    Demografî;   -Di Rojava-Suriyeyê de tahlîlkirina polîtîkayên di qada demografya de.   -Encamên pir zarok anînê û desthilatdariya zilam ku di pey vê pirsgirêkê de tê bidest girtin û xebatên ronahîkirinê meşandin.   -Li ser zanîn û nêzîkatiyên jinan ya zarok jiberxwe kirinê-kûrtaj, kontrola zayînê lêkolîn pêşxistin û di vê mijarê de politika eşkere kirin.   -Li ser zewacên xizmayetî û zayînên bi pirsgirêk an jî bi seqetî lêkolîn pêşxistin.   -Seknandina li ser sedem û encamên koçberiyê hem ji aliyê derve hem jî aliyê hindir de û ji bo pêşîgirtina van lêkolîn berdewam kirin.    -Kesên Rojavayî ku koçî Avrupa bûne,  derbarê rewşa wan de lekolînek bê pêkanîn û encam wek pirtûkek bê amade kirin.    -Komkirina daneyan derbarê analîza pirsgirêkên civaka Ereb de. Derbarê şer, xizanî, koçberî, zewac, zayîn, mirin û hwd.   Qada Tendurustî;   -Komkirina kevneşopiya zanînên şîfayê, mekanên ku zanayên şîfayê hunera xwe fêr bikin amadekirin.   -Ji bo fakulte-mehedên Tibê û bijîşkan waneyên dîroka tibbî û etîka Tibê dayîn.   -Di qada tendurustiyê de nîqaşên li ser mijarên cînsiyetperestiya Tibî, hekîmtiya parazvan, Tiba etîk nîqaş û perwerde birêxistinkirin, bi hevsengiya qada tibî beşa tıba xwezayî birêxistinkirin û pêşxistin.    -Ji bo jin bedena xwe nas bike dayîna waneyên (dersên) anatomi. Pêşxistina perwerde û semîneran ji bo jin beden û dêrûniya xwe baştir nasbikin û şerma li ser xwezaya bedena xwe were derbaskirin.   -Pêşxistina hevkarî di nav Akademiya Jineolojî, Weqfa Jinên Azad ên Rojava, Desteyên Tendirustî û Jinan ji bo xwenaskirina jinê û guhertina civakî bi tendirustî.   -Pêşxistina rêbazên rast di ware tendirustiya dêrûnî de ji bo jin û zarok bikarin birînên şer û tundî li ser dêrûniyên xwe bizivrin hêza jiyan û têkoşînê.   -Pêşxistina perwerdeyên li ser tendirustî û paqijî ji bo jin û di komîn û dibistanan de; di wan perwerdeyan bi taybet li ser rêbazên were sekinandin ku li pêşiya nexweşiyan bigirin (weke xwarin bi vîtamîn û nîzam; miayene kirina sing li hemberî penceşêr; rêbazên tiba xwezayî; anîna zarokan bi tenduristî û li gorî vîna jinê û hwd.)   -Parastin û pêşxistina zanebûn û rêbazên Tiba xwezayî.   Qada Polîtîkayê;   -Di qada polîtîkayê de cihgirtina jinan, di pêşxistina siyaseta jinê de pirsgirêkên ku derdikevin pêş û daneyên heyî nirxandin.   -Di saziyan de encamên  hevseroktî û hevnûneriyê, asta sazbûnê nirxandin, di van mijaran de dane berhevkirin, bi armanca rast pêkanînê perwerde pêşxistin.   -Derbarê hêza pêşengitiya jinan di qada siyaseta demokratîk de platformên nîqaşên hevbeş bêne avakirin   - pirtuka li ser pergala hevserokatî û temsila hevbeş temam kirin, bi kurdi, arabî tercume kirin û çapkirin.   Qada Xweparastinê;   -Di derbarê xweparastinê de tahlîla dîrokî -civakî ya ceribandinên jinan pêşxistin,   -Ceribandinên xweparastinê derbasî asta akademik kirin û bi vê re girêdayî lêkolîn pêşxistin, belge amadekirin.   -Di nav xebatên YPJ- parastina jin- Asayîşa jin û weke van, komên xebatê û perwerdê birêxistinkirin.   Derbarê Qada Dadmendî;   - Li cîhanê derbarê qanûnê jinê de amadekirina belgeyekê.   - Ji bo endamên Mala Jinê meşandina perwerdeyên pîşeyî.   - Derbarê rêjeya (oran) hevberdanê de agahî komkirin, di mijara pêwendiya navbera hevberdan û zanebûna azadiya jinê de lêkolîn meşandin   - Ji bo ku qanûna derbarê pirzewacî de were fêmkirin semîner û xebatên cûrbecûr bi saziya meclîsa dadê re were meşandin.    -Ji bo danasîna Mala Jinê belgeyek bê amadekirin   -Teorîya hevjiyana azad hîn zêdetir bê nîqaş kirin û şenber kirin.   Jinên Ciwan;   -Ji bo lêkolina pirsgirêkên bingehîn ên jinên ciwan de,  anket û herwiha xebat bi vî rengî werin meşandin.   -Ji bo jinên ciwan wek liv û lebata werzişî.   -Ji bo pêşçavkirina polîtîkayên derbarê bedena jinê de û ji bo jin bedena xwe nas bike, xebat bê meşandin û materyal bêne amadekirin.   - nav jinên ciwan de ji bo çandeke anti-kapitalist (dij resmalî) were ava kirin perwerde, seminer, kurte film, şano hwd. Pêş xistin.   Qada Ragihandinê;   -Di radyo, televîzyon û rojnameyan de rojevên jineolojî pêşxistin. Ji bo bernameyên televîzyonan perspektî pêşkêşkirin.   -Ji bo RAJIN û ragihandina giştî, vsazkirina atolyeyan.