Hilbijartina hevserokên meclîsan li herêma efrînê bi dawî bû
- 10:42 11 Çile 2018
- Rojane
EFRÎN - Meclîsa Kantona Efrînê hilbijartinên hevserokên meclisan û şaredariyan li herêma Efrînê bi dawî kirin.
Ji bo hilbijartina hevserokên meclisên navçeyan û şaredariyan ,Meclîsa Kntona Efrînê bi amadebûna namzetên bi serketine û Komîseriya Bilind a Hilbijartinan civînek li navenda Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a navçeya Efrîna Kevin li dar xisit.
Piştî deqeyek rêzgirtinê , li ser navê meclisa kantona Efrînê hemû namzetên ku bi serketine hatin pîrozkirin û piştire hilbijartinên hevserokên Meclîsa Navçeyê Efrîna kevin ji aliyê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan dest pêkir. Di encma vê hilbijartinê de Fîdan Ebdo û Ehmed Mûse bûn hevserok û Hêvîn Dewd û Mustefa Ebdo bûn cîgirên wan.
Piştî bidawî bûna hilbijartina hevserokên meclisan û cîgirên wan, hilbijartina hevserokên şaredariyê dest pê kir. Di encama vê hilbijartinê de jî Neîle Mehmud, Enwe Mustefa bûn hevserkên şaredariya Navçeyê Efrîna Kevin û Ruxaş Weqas Û Fexrî Siêmen ji bo cîgirtiya hevserokên şaredariyê hatin hilbijartin.
Civîn bi spasiya hevserok û cîgirên wan yên bi ser ketine bi dawî bû.








