Hilbijartina hevserokên meclîsan li herêma efrînê bi dawî bû 2018-01-11 10:42:51   EFRÎN - Meclîsa Kantona Efrînê hilbijartinên hevserokên meclisan û şaredariyan li herêma Efrînê bi dawî kirin.   Ji bo hilbijartina hevserokên meclisên navçeyan û şaredariyan ,Meclîsa Kntona Efrînê bi amadebûna namzetên bi serketine û Komîseriya Bilind a Hilbijartinan civînek li navenda Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a navçeya Efrîna  Kevin li dar xisit.   Piştî deqeyek rêzgirtinê , li ser navê meclisa kantona Efrînê hemû namzetên ku bi serketine hatin pîrozkirin û piştire hilbijartinên hevserokên Meclîsa Navçeyê Efrîna kevin ji aliyê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan dest pêkir. Di encma vê hilbijartinê de Fîdan Ebdo û Ehmed Mûse bûn hevserok û Hêvîn Dewd û Mustefa Ebdo bûn cîgirên wan.   Piştî bidawî bûna hilbijartina hevserokên meclisan û cîgirên wan, hilbijartina hevserokên şaredariyê dest pê kir. Di encama vê hilbijartinê de jî Neîle Mehmud, Enwe Mustefa bûn hevserkên şaredariya Navçeyê Efrîna Kevin û Ruxaş Weqas Û Fexrî Siêmen ji bo cîgirtiya hevserokên şaredariyê hatin hilbijartin.   Civîn bi spasiya hevserok û cîgirên wan yên bi ser ketine bi dawî bû.