Tayyîp Erdogan ji kuştinan şerm nake lê ji aşkerakirina wan şerm dike!
- 15:21 5 Çile 2018
- Rojane
STENBOL - Serokê AKP'ê Tayyîp Erdogan, ji medyaya xwe re got, "Kuştinên jinan nîşan nedin"
Serokê AKP'ê Tayyîp Erdogan ê ku li ser vexwendina Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron çû Fransayê, beriya ku biçe li Balafirgeha Aturkê civîna çapemeniyê li dar xist. Erdogan ê ku pirsên rojnamegeran bersivandin li ser bi bîrxistina kuşitinên jinan, wiha got: "Di vî warî de erka mezin dikeve ser milê Diyanetê. Kultina jinan nayê îzahkirin. Carna dema ku mirov van bûyeran temaşe dike mirov dibêje gelo mirov medyayê sûcdar bike? Û bibêje van bûyeran nedin." Tayyîp Erdogan bi vê daxuyaniya xwe diyar dike ku ew ji aşkerakirina kuştinên jinan aciz dibe û aciziya xwe ya ji ber bertekên li dijî van kuştinan ku bi pêşengiya jinan derdikevin holê tîne ziman.








