Tayyîp Erdogan ji kuştinan şerm nake lê ji aşkerakirina wan şerm dike! 2018-01-05 15:21:39   STENBOL - Serokê AKP'ê Tayyîp Erdogan, ji medyaya xwe re got, "Kuştinên jinan nîşan nedin"   Serokê AKP'ê Tayyîp Erdogan ê ku li ser vexwendina Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron çû Fransayê, beriya ku biçe li Balafirgeha Aturkê civîna çapemeniyê li dar xist.  Erdogan ê ku pirsên rojnamegeran bersivandin li ser bi bîrxistina kuşitinên jinan, wiha got: "Di vî warî de erka mezin dikeve ser milê Diyanetê. Kultina jinan nayê îzahkirin. Carna dema ku mirov van bûyeran temaşe dike mirov dibêje gelo mirov medyayê sûcdar bike? Û bibêje van bûyeran nedin." Tayyîp Erdogan bi vê daxuyaniya xwe diyar dike ku ew ji aşkerakirina kuştinên jinan aciz dibe û aciziya xwe ya ji ber bertekên li dijî van kuştinan ku bi pêşengiya jinan derdikevin holê tîne ziman.