Hilbijartina hevserok û cîgirê şaredariya Tiltemirê hat lidarxistin!

  • 14:34 5 Çile 2018
  • Rojane
 
TIL TEMIR - Meclîsa Gel a Herêma Tiltemirê ya girêdayî Kantona Hesekê, Hevserok û Cîgerên şaredariya navçeya Tiltemirê hilbijartin. 
 
Di 2'emîn Civîna Meclîsa nûh a herêma Tiltemirê de meclîs, hevserok û cîgirên Şaredariya navçeya Til Temirê hatin hilbijartin.
 
Hevserokên meclîsê û endamên meclîsê beşdarî civînê bûn.Civîn ji aliyê hevserokên meclîsê ve hat birêvebirin û bi çavdêriya Komîserîya Bilind a hilbijartinan hat lidarxistin.Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.Piştre Komîseriya Bilind ya hilbijartinên hevserok û cîgirên wan lidar xistin. Di dawîya jimartina dengan de Mihemed Xelo û Zeyneb Îsa bûn hevserok. Rûken Hesen û Ridwan Xelef weke Cîgirên wan hatin hilbijartin.Di dawiyê de hevserok û cîgirên ku hatin  hilbijartin soza xwedîderketina li hêvîyên berxwedêran û bicîhanîna daxwazên civakê dan.
 
Civîn bi pîrozkirina hevserok û cîgiran bi dawî bû.