Hilbijartina hevserok û cîgirê şaredariya Tiltemirê hat lidarxistin! 2018-01-05 14:34:47     TIL TEMIR - Meclîsa Gel a Herêma Tiltemirê ya girêdayî Kantona Hesekê, Hevserok û Cîgerên şaredariya navçeya Tiltemirê hilbijartin.    Di 2'emîn Civîna Meclîsa nûh a herêma Tiltemirê de meclîs, hevserok û cîgirên Şaredariya navçeya Til Temirê hatin hilbijartin.   Hevserokên meclîsê û endamên meclîsê beşdarî civînê bûn.Civîn ji aliyê hevserokên meclîsê ve hat birêvebirin û bi çavdêriya Komîserîya Bilind a hilbijartinan hat lidarxistin.Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.Piştre Komîseriya Bilind ya hilbijartinên hevserok û cîgirên wan lidar xistin. Di dawîya jimartina dengan de Mihemed Xelo û Zeyneb Îsa bûn hevserok. Rûken Hesen û Ridwan Xelef weke Cîgirên wan hatin hilbijartin.Di dawiyê de hevserok û cîgirên ku hatin  hilbijartin soza xwedîderketina li hêvîyên berxwedêran û bicîhanîna daxwazên civakê dan.   Civîn bi pîrozkirina hevserok û cîgiran bi dawî bû.